Kitaplar
Dersên Civakî

dibe ku tu, wî tiştê ku ji aliyê belaxetê ve eynî kemal e, xeyal bikî kunoqsan e? Gelo qey di wê zihna te ya nexweş de, belaxet ew e ku zihnanxelet dike û fikran tevîhev dike? Demeke ku muhît musade nakeû dem û zeman jî ne musaîd e û zihin jî ne li wê goriyê ne, ew tiştênbarkirina wan a li aqilan ne îmkan e, tu radibî weke belaxetê dibînî ûteklîf dikî.. De ka ev qet dibe? Kella! 

كَلِّمِ النَّاسَ عَلَى قَدَرِ عُقُولِهِمْ

 dustûrekî hîkmetê ye.   Ji xala sisiyan re bersiv: Amanca eslî ya Şarî’ ji piraniya gel, bi giştîew e ku ew, îsbata Sani’ê Wahid û nebîtî, heşr û edaletê qebûl bikin.Nexwe ew behsa kaînatê ku di Qur’anê de tê kirin, îstîradî ye û ji bodelîlanînê ye. Bi wê nîzama bedî’ a ku li gor fêmkirina xelkê ‘am ku disin’etê de zahir e, ji bo wê yekê ye ku ji wan wesfên celal û cemalî yênwî Nezzamê heqîqî yê ku Sani’ê Zulcelal e re, delîlan bîne. Hal ku hale, berhema hunerê û nîzama fitretê, ji her tiştî tezahur dike. Çawaniyasazbûnê her çawan be jî, têkiliya wê bi amanca eslî re tuneye.

   Quralekî sabit e ku delîl, berî tiştê ku tê îddîakirin, bê naskirin ûzanîn. Ji ber vê ye ku zahirbûna hin hukman, ji bo zelaliya delîlan eû ji bo ku mirov hînî wan fikran bibin û wan nas bikin, îca bi wanbaweriyên hissî yên xelkê ‘awam ve hatine danîn; lê belê ne ji bo wêyekê ye ku delîltî bike. Çimkî Qur’anê, di narînî û wateyên xwe de,nîşan, emare û delîlên berdest ên wisan bi cî kirine, ew bi xwe, wancewherên nava sedefan û wan heqîqetên nav wan tiştên zahir, bi tilliyannîşanî ehlê tehqîqê/lêgerînê dide û îşaret dike.

   Belê, hin ji wan ayetên Kîtaba Mûbîn ku kelîmetullah e, ji hin ayetên wê remufessîr in; dikarin bi awayekî ne-rasterast delîlî bikin. –jixwe wateya wêya zahirî, ne amanc/murad e.- Heke di meqamê delîl-anînê de bihatagotin, hûn wê tevgera rojane û salane ya kureya erdê ku ji ecaîbênelektrîkê ne û ji wan tiştên xerîb ên cazîbeya giştî ne û [hem jî] wanîmtîzacên kîmyayî yên wan unsûran ku ji heftêyî zêdetir in û wê hereketarojê ya sûrî ya digel îstîqrara rojê bidin ber çavê xwe; da ku hûnbi vî awayî bi Sani’ bizanibin. Ha wê gavê, ew hunera/sineta ku delîle, ji wê encama ku marîfeta Sani’ e, zêdetir xefî û nepenî ye û li gor wîqaydeyê delîl-anînê ye. Ji ber vê yekê, hin tişt û aliyên wan yên zahir,li gor fikran hatine îmalekirin/meylkirin û danîn. Îca îmale ku heye,ne ji bo delîltiyê ye; belkî ji bo zelalkirina delîl e. Ev jî, ji qebîleya wanwateyên ku hev û dî taqîb dikin e yan jî, ji wan cûreyên kînayeyî ye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat