Kitaplar
Dersên Civakî

   Mesela, heke bihata gotin: “Roj li ciyê xwe ye; (Haşiye) lê belê erd hereketdike û di yek dilopeke avê de, milyonek heywan hene, de ka li vê temaşebikin; da ku hûn bi ezemet û mezinahiya Sani’ bihisin.” Îca xelkê‘am, ji ber sedemê wê hissa zahir an jî, ji ber wê xeletiyên hestê, dêxilafa wan zerûrî bibînin û bi ser de jî, yan dê bawer nekirina, derewînderxistina yan jî, dê ji nefsa wan re tiştekî mîna sefseteyê bihata, yanjî, tiştekî ku ji destê wan bihata, tenê ew bû ku wan dê ev yek, bixistadirûvê tiştekî ku pê nêzî hişê wan bibûya. Ji xeynî vî jî, tiştekî dî jidestê wan nedihat. Îca tevlîhevkirin geremolî ku heye, xusûsî heta esrêdehan, ji bo metoda îrşadê, werteyeke/firênekek mezin e. Ji vê hevokê,ew pehntiya/panaviya erdê û dewerana rojê, ji wan bi dehan hissên bedîhî dihatin hejmartin.

   Meseleyên mîna van, nabe ku bi wan teoriyên zemanê dahatuyê rebên qiyaskirin. Çimkî hissa zahir, bi wan tiştên ku derbarê tiştên dahatiyêde ne re, eleqedar nabe. Ji ber vê yekê, jê re îhtîmala du aliyanheye; dibe ku pê îtîqad bike. Ev jî li gor dereceya îmkan û derfetê ye,îtmînan/tetmînbûn qabil e. Ew heqqê wê yê eyan-beyan, bi zelalî li berçavan e. Çi heye ku, hîna ew xeletiyên me, di wan şert û mercên ku emtê de ne, wê ji dereceya îmkanê derxist bedîhiyê, ango anî wê nezaniyame ya ku em bi xwe pê nizanin. Îca ew heqqê wê yê ku di çavê belaxetêde qet naye înkarkirin jî, bi awayê îbham/sergirtî û itlaq/derîvekirî ye.Ev jî, ji bo wê ye ku di zihnan de tevlihevî dernekeve. Lê belê, divê kuji heqîqetê re, îşaretên nerasterast û îma bên kirin. Pêdivî heye ku jizihnan re derî bên vekirin û fikir bên vexwendin; da ku bikevin hundir.Jixwe şerîeta pak û ronak jî, wisan kiriye. Îca jixwe ew teoriyên fenû felsefeyê ku bê îstîqrar in û şolî ne û şolîker in û hev û dî derewînderdixin, ji wan hukmên wehiyê ku rê û minhaca wê cihê ye re, nikarin bibin ‘eyar û mîheng.

   Yahû, ma însaf e û ka gelo lêgerîna li heqîqetê wiha ye ku tu, wîtiştê ku îrşad bi xwe ye û eynî belaxet e û rasterast hîdayet e, ne li gorîrşadê bibînî û bi awayekî ku ji îrşadê cihê be, zenn bikî? De îca ka qet

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat