Kitaplar
Dersên Civakî

   Mesela: Wê teserrufa îlahî ya di kaînatê de, dikarin di sûretê wê teserrufaku di qoltuxê selteneta sultan de ye, temaşe bikin.   Mîna

اَلرَّحْمٰنُ عَلَى الْعَرْشِ اسْتَوَى

 Va ye, ew hestên xelkê awam, ji ber kudi vê navendê de ne, helbet îrşad û belaxet pêdivî dibîne ku rîayet lihestên wan bê kirin û hurmet ji wan re bê nîşandan. Û fikrên wan jî,divê li ber çavan bên girtin û li wan bê guhdarîkirin. Va ye ev rîayet ûhurmetkirin, bi

اَلتَّنَزُّلُتُ الِْلٰهِيَّةُ إِلَى عُقُولِ الْبَشَرِ

 tê binavkirin.   Belê, ew tenezzulkirinên ha, ji bo hînkirina zihnan e. Ji ber vê razêye ku ji bo temaşekirina xelkê awam a li wan heqîqetên razber, ji wansûretên muteşabîh ên ku kêfa nêrîna tijexeyalî ya xelkê awam jê re tê,dûrebîn hatine çêkirin. Ji bo teyîdkirina van wateyên kûr û yan jî, ji boku ew wateyên cihê cihê di sûretekî rehet û besît de bên şayesandin,piraniya caran, di gotinên mirovan de îstîare û dirûvpêdan hene. Nexwedirûvpêdayîn û teşbîhat jî, qismê herî exmaz/xafil ê îstîareyan e.Lewra ev ku hene, şiklên mînakî yên wan heqîqetên herî xef û veşartîne. Nexwe şikil ku hene, ji bo baldarîkirina wateyê ne; ne ji bo gihîştina lefzan in.   Hey îtîrazkiro! Bi însafê binihêre. Ev heqîqetên ha ku ji fikra beşer,nemaze ji fikr û xeyala xelkê ‘am, ewqas zêde zêde dûr in, heke birêyeke wiha, ji fikrên wan re bên nêzkirin, ka gelo ne belaxet bi xweye? Lewra belaxet ew e ku li gor pêdiviya rewşê û li gor tehemmul û taqetameqam, bi awayekî kemilî û zelal bê îfadekirin.

   Ji xala duduyan re bersiv: Ew meyla pêşveçûnê ku bi mirovan re he-ye,şaxek e ji wan meylên ser kamilbûnê ku di alemê de hatine ne-penîkirin.Îca meyweya vê meylê jî, ew fennên/zanistên tertîbkirî ne. Ev fen/zanistjî, bi gelek tecrubeyan, di pey wan fikrên ku bi ser hev de zêde dibin çêdibin û derdikevin meydanê û ji bo pêşveçûnê jî, nêrdewan bi xwe ne.Heke li jêrê baş cî negre, nikare pî/gav biavêje jorê.

   Nexwe zanista/fena berê, dê bikeve hukmê wan ilmên ku ji aliyêher kesî ve tên naskirin. Peyre dikare ji fena/zanista ayendeyê re bibedestpêk. Li ser vê razê, zansiteke ku vî zemanî, bi çerqilîna gelek fikrangihîştiye, pirxuliye, hatiye pehtin, em ferz bikin heke berî deh esran,mirovekî bixwesta ku wê bi mirovan bida fêmkirin û serwextkirin, jixeynî sefsete û beredayîtiyê, dê nikaribûya tu tiştî bi dest bixista.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat