Kitaplar
Dersên Civakî

sedemên belavbûna wê zaf bûn û rexbeteke zêde hebû, helbet dê derketaholê. Heke derketa holê, bê guman ji wan re, dê hin mirov hebûnaku berevaniya wan bikirina û ji bo wan dê tundrawî/şîddetê bikirina.Îca heke bi teassubê jî parêzvanên wan hebûna, ji ber ku mesele girîngbû, helbet dê li her deverî belav bibûya. Heke li ciyekî belav bibûyaû deng bidaya, ew kesên ku tiştên herî nexweş jî neqil dikin, -mînahezeyanên Museylîme- helbet dê dîrokzanan ew neqil bikirina. Nexwemuareze û dijberîkirin mumkun nebûye; ji ber wê yekê nehatiyeneqilkirin. Nexwe mu’cîz bi xwe ye, Çimkî kelamullah e.

***

ZEYL

   Bingeha hemû şik û gumanên wan kesên ku ehlê gumankariyê ne,li ser sê asasan e:   Ê pêşî: Dibêje: “Ew taybetmendiya ku cihêrengiya Qur’anê ji yên dîdiyar dike û dijberê wê belaxetê ye ku li ser bingeha zelalî û îfade ûderbirînê ava bûye. Îca ev ku heye, nîşan û delîl e ku ayetên wê, gelekwateyên cihê cihê di xwe de dihewînin û famkirina ji ayetên wê jî, dijwartir dike.   Ê duduyan: Ne li gor wê îrşad û talîma meqsûd û amanca heqîqî yaQur’anê ye. Ev jî di wan zanistên pozîtîf ên derbarê kaînatê de, dike kuser wateya wan girtî be û bi wateyeke diyar nesînorkirî be.   Ê sisiyan: Li hember wê tehqîq û hîdayeta ku terîqa/rêya Qur’anêye, muxalif e, va ye ew jî, berê hin aliyên wan ên derve, bi alî xîlafa wandelîlên eqlî ve dide û ev jî îhtîmal dide ku ne li gor rasteqîniyê ne.”Hey îtîrazkaro! Ez jî dibêjim: Ev sê xalên ku tu weke sedemên kêmasiyênîşan didî, bi çi awayî ye ku tu zenn dikî. Belkî her sê jî, şahidênherî sadiq ên î’caza Qur’anê ne.   Bersiva xala pêşî: Piraniya mirovan xelkê ‘awam in. Di nezera Şarî’de [Li ber çavê Cenabê Heq ku ew qanûna datîne] hindikî, tabi’ê piraniyêye. Çimkî xîtabeke ku berê wê li xelkê ‘awam be, ancax xewas fêmdike û jê îstîfade dike. Gava ne bi vî awayî be, nabe. Piraniya xelkê‘awam, nikare xwe ji wan tiştên ku hîn bûne xelas bike û nikare xweji wan xeyalên xwe rizgar bike û li wan heqîqetên razber/mucerred ûli wan tiştên ku sirf li ser bingeha aqil in, temaşe bike. Meger ku gavabikaribin wan xeyalên xwe, mîna dûrebînê bi kar bînin...

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat