millî ku ji karûbarên axretî ye û bi alîkariya wan teşebbusên şexsî,ew muhebbetên cuzî, dê cazîbeyeke giştî ya wisan çêbike ku girseyeke mezin a mîna Kurdan, dê weke kureyê li hev bide zivirandin û gerandin.Lê belê, gava ku ew şeref û îtîbarên dunyayî esas bên girtin û ew wekheviya eslî bê îhlalkirin, mîna hêlîn û qula dûvpişkan, dê xerez û ez-ezîtî, dest bi întîşar û zêdebûnê bikin. Îca tiryak, derman û îlaca vê jî,dîsan ew wekhevî ye. Çimkî enaniyet û ez-ezîtiya her kesî heye.
Ne bi neslê, ne bi salê ye
Ne bi cî û meqam e, ne bi malê ye
Begê min, mezinatî bi kemalê ye
Ev beyta ha, ji vê rasteqînî û heqîqetê re şahid e.
Heqîqeta Çaran: Nexweşek, li ber hekîm, di sê rewşan de ye.
Rewşa pêşî: Çavê xwe digre; tu tiştî nabêje, hekîm jî qet girîngî pênade. Geh derman didê; geh jehrê. Mîna rewşa gel a di îstîbdadê de.
A duduyan: Nexweş, bi xwe alîkariyê dike; da ku hekîm, nexweşîna wî rast nas bike û wan dermanên ku hekîm dide wî, bi awayekî baş bikar tîne û wan tiştên ku ji jiyana wî re lazim in dixwaze û hekîm jî, jiber ku çavê nexweş vekiriye, mecbûrî îhtiyat û baldariyê dibe. Mîna wê pîşeya ku ez di komeleyan de dixwazim.
A sisiyan: Nexweş, bi çavekî wisan li hekîmê xwe dinihêre, hema hema eynî mîna ku hekîmê wî, reçetenûs be dibîne û digel ku ew nexweşe jî, bi zewqa hekîmfiroşiyê, ew nexweş bi xwe dixwaze ku dermanan bikire û çêbike û bi kar bîne û ji ber bêmahirî û bêbehretiya xwe,dibe mezherê vê raza
إِثْمُهُ أَكْبَرُ مِنْ نَفْعِهِ
Lewra bi şîrînahiya hakimiyetê,serxweş dibe. Mîna pîşeya komeleyên a niha yan jî, rewşa wan a bê.
El fezleke û kurtebirî: Gel, nexweş e, hukûmat jî hekîm e. Digel ku em di dema herî fena de nefsê teslîm dikin, di dema herî bimenfîet de,ne karê wan kesan e ku menfîeta giştî, ji xwe re dikin armanca serekeû bi awayekî îttîhamî û xweserane tevbigerin. Hêz û qewet, bila diqanûnan de be, gava ne wisan be, ew îstîbdad, tê payîkirin.
Heqîqeta Pêncan: Heke ji wê şeref, heysiyet û rutbeya farazî ya ku kana îstîbdadê ye û îstîbdad tê de hêşîn dibe, hawar bê xwestin û îstîdamkirina gel û xatir û zordestî tevî alîkariyê bê kirin û girêdan,ha ev ku heye, axatî bi xwe ye. Li Yildiza ku dayika axayan e, wî