Kitaplar
Dersên Civakî

ÇEND NUKTEYÊN ŞERÎETÊ YÊN LI HEMBERFERD, NEW’ Û MEDENIYETÊ

   Nukteya Pêşî: Çar unsûrên wijdan û çar hestên ruh hene. Îrade,zêhn, hîs û dil. Îca ji her yekî ji wan re, amanceke eslî heye. Ya îradeyê,îbadetullah e. Ya zêhnê marîfetullah e. Ya hîssê, muhabbetullah e. Îbadetêkamil, van her çaran di nav xwe de dihewîne. Şerîet, çawa kuîtîdal û hevsenga van diparêze û wan sewqî amanca wan a eslî dike,wan her sê hestên (aqil, xezeb, şehweta) nefsê ku bi awayekî fitrî, serbesthatine hiştin, ji îfrat û tefrîtê xelas dike û sewqî wê nuqteya edaletêdike ku hîkmet, îffet, şecaetê di nav xwe de digre.

   Nukteya Duduyan: Ji heqîqetên dîrokî ye ku ummet, li gor nîsbetawê girêdana xwe ya bi şerîetê ve, bi pêş ve çûye; îca li gor nîsbeta ku jişerîetê re xwe sist kiriye, li paş maye.

   Nukteya Sisêyan: Ji aliyê esasî ve gava em medeniyeta îro û şerîetaÎslamê bidin ber hev:   Va ye, medeniyeta îro, li ser pênc esasên neyînî/menfî hatiye danîn.Palpiştiya wê, hêz e. Îca şan û taybetiya wê, êrîş[kirin] e. Hedefa qesdawê, menfîet e. Îca nîşana wê jî, hevacizkirin û tengijandin e. Prênsîbênwê, di jiyanê de lec û pevçûn e. Şana wê ku heye, lihevnekirin û hevgijgijandine. Xeleka ku ew, girseyan pê bi hev de girê dide, ew nîjadperestîye ku xurê wê, dabilandina gelên din e û milliyeta menfî/neyînî ye; îcanîşana vê jî, ew parçebûna bidehşet e. Xizmeta wê ya ku mirovan ber bixwe ve dikêşe, ew e ku berê çavê hewa hewesan veke, wan hişyar bike,wan bixe kelekelê û wan dixe ser rêya têrkirina daxwazên wan; bi serde jî, wan daxwazên hewa û hewesan rehet û hêsa dike. Îca şana wêhewayê ew e ku mirovahiyê, ji dereceya milyaketiyê daxîne derekeyakûçikiyê/segtiyê û pê re jî, wî aliyê manewî yê mirovan, ji binî xera bike.

   Îca şerîeta Îslamî jî, li şûna wan esasên menfî/neyînî, esasên musbet bi cî dike:   Ha, li hember wê “hêz”a ku ew, wê weke ciyê palpiştiyê dibîne,Îslamiyet, heq qebûl dike, wesfê heq jî, edalet û tewazû/nefsbiçûkî ye.Di hedefa wê de, li şûna menfîetê, fezîlet heye ku wesfê wê jî, muhebbetû cezbedarî û hatina ber bi hev ve ye. Di rêya yekîtiyê de, li şûnanîjadperestî û milliyetê, pevgirêdana dînî, welatî, çînî ye ku wesf ûtaybetiya van jî, uxuwweta/biratiya semîmî, musalemet û aştî ye û lihember êrîşa derve jî, tenê parastin û berevanî ye. Di jiyanê de, li şûna

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat