hemû mirovahiyê ye. Meger ew metirsiyên gunehkarî, bîvika çavê wê fitreta teya ku berê wê, li vî aliyî ye, rizandibe/petandibe.
A çaran: Li gor dereceya qabiliyeta piraniya mirovan, şerîetê îrşaddike. Ji bo nezaniya piraniya gel, şerîet wan heqîqetên razber, biriya wan tiştên ku gel bi rehetî jê fêm dike û bi xêra dirûvpêdayînû teşbîhat û îstîaran taswîr dike. Şerîet, ji ber hîssa zahir a piraniyamirovan, di wan zanistên ku li ser sirûştê ne, bi awayekî ku ne li gorîrastiyê bin fêm dikin, gava derece bi derece rê li ber wan veneke û wannekemilîne, ew, îhtîmala ketina nava wan firênekên xeletiyan, li berçavan digire û şerîetê, di meseleyên wisa de, ji ber vî avayî ew îbhamkir û mûtleq hişt. Lê belê şerîetê, heqîqet ji îmayê jî xalî nehişt.
A pêncan: Xalek, bi tewatura qet’î sabit e ku ew Nebiyyê Qureyşî(s.) ji herkesî zaftir bawerî bi wî dînê ku aniye û bi wê şerîeta ku teblîx dikirdianî.. ji herkesî zêdetir ji aliyê sir/xef û eşkereyî ve bi wan em-ran/fermananve giredayî bû.. ji herkesî pirtir xwe ji wan nehyan dûr digirt... bi wan we’idu sozan, ji herkesî zaftir diltêr û mûtmeîn dibû.. ji herkesî zaftir ji wan tirsênku digot, bawer dikir û xwedî teqwa bû.. û ji herkesî pirtir wî ew îxbarên xwetesdîk dikir û ji Qur’anê re jî, ji herkesî zêdetir hurmetkar bû.. û ji herkesî zaftirevîndarê îbadetê bû.. û ji herkesî pirtir teslîmî mexafetûllahê bûye.. û wî, jiherkesî zêdetir daxwaza Lîqaullah û gihîştina bal Xwedê kiriye.
Îca temamê wan hal û helwestên wî, bi awayekî gelek zelal ji îmanawî ya kamil û îtmînana wî ya mûhteşem re delîlî dikir. Li dinyayê tusedemek nikare zatekî wiha îttîham û tawanbar bike. Va ye em dikevin encamê: Binêre lo biradero! Kurtebêjiya heqîqî ya fenû zanistan li ser bingeha diyanet û şerîeta Îslamî ku li ser bingeha delîlên eqlîhatiye avakirin, wan zanist di xwe de hewandine. Ew zanista ku paqijiya ruhû perwerdehiya dil digre dest û ew zanista ku li ser îdareya bedenê û îdareyamalan e û ew fenna ku di derbarê siyaseta bajaran de ye û ilmê ku li ser pergalakaînatê ye û ilmê ku li ser maf û huqûqê ye û ew ilmên dî ku li ciyên din,pêdivî bi wan heye, lêbelê ne hewce ye ku bi kitekitî/berfirehî bê diyarkirin, bikurtebêjiyekê, wî ew qanûnên esasî bi cî kirine û wî, bi awayê bipêşvexistin ûdabeşkirinê, ew hewaleyî meşweret û hukmjêderxistina aqilan kiriye; îca piştîpêşveçûna sêzdeh sedsalî, li ciyên herî medenî, ew kesên ku bi jîrîtiya xwe, jiherkesî herî nuwazetir in, bi wî wicdanê xwe yê biînsaf, wan, xweş tesdîq kiriyeku taqeta beşer, -nexasim di wan deman de- nikare bigihîje temamê wanilman, nikare bigihîje hindikiya wan ilman. Mîna Goethe û Karlayl. Heke tu bibêjî: “Di her ilmekî de mirovek tenê, bi yek xulaseyekêbizanibe, ji wî re bes û mumkun e.”