berdane, karibe bi ser bikeve, ne tiştekî wisan e ku di manewiyat ûehwalan de edetekî carî be.
A sisiyan: Hukumkirina bi darê zorê ya ji aliyê zahirî ve, ancax û biqehr û cebrê mimkun e. Îca biserketina li hember fikran û hezkirina jialiyê ruhan ve û teselluta li ser tebîetan û li ser wicdanan, daîma paras-tina hakimiyetê, taybetiyeke farîqe ya heqîqetê ye. Heke tu bi vêtaybe-tiyê nizanibî, tu ji heqîqetê bê xeber î.
A çaran: Rêya lêrexbetkirin û jêtirsandineke bêheqîqet, hîleyek e.Heke serî li vî hîleyî bê dayîn, tenê hema rêgirtinek e li hember aqilan.Hukmê wê, nikare dewam bike, pê nabe ku bigihîje ruhan. Ji ber vêyekê, xusûsiyeteke şûaya heqîqetê ye ku meriv, wan qabiliyetên şukufemîsalku dikevin kûraniya dilan û wan hestiyarên narîn bixe kelecanê,înkîşaf bike û gur û geş bike.. û wan seciyeyên veşartî jî ku di xewê dene, îqaz û hişyar bike.. û wî cewherî mirovahiyê bicoşîne.. û wê giringiyapeyivînê, îzhar/aşkera bike û nîşan bide... Belê, paqijkirin, seqîkirin ûbiriqandina wan dilên ku bi kirinên mîna bêmerhemetiyên ku keçikan bi saxîbinerd dikirin û ev jî ku mîsaleke muşexxes a dilhişkiyê ye, ha îca, gava ku yekrabe, wan dilên wisan hişk, bi narîniya dilêşî, letafetî û merhemetê -ku hetta liheywanan jî merhemet dikin û li moristangê şefqet dikin-, bixemilîne, ev kuheye, şoreş û înqilabeke gelek mezin e. Îca nexasim, di wan qewmên koçer de –jiber ku bi tu qanûnekî tabîî re li hev nakin- ji aliyê wan kesên bibesîret ve hatiyetesdîqkirin ku ev yek, tiştekî nuwaze û rewnekdar e. Gava em, wî Emerê saetek berî Îslamê û wî Emerê piştî Îslamê bidinber hev, dê mîna nîsbeta dendikeke xurmeyê û dareke meywedar axurmeyê bên ber çavê meriv. Koçerekî hov, ji çolê tê, di pey kelîmeyaeşhedê de, bi îksîrê wê muhebbeta Nebewî, bi yek carekê vediguhere,êdî dirûvî wî nade wî; diçe nava qewmekî din û ji wan re dibe mamosteyekî hîkmetê.
A pêncan: Li nuqteyê guhdarî bike! Va ye dîroka alemê, jê re şahidîdike, dahî ew e ku di nava her kesî de, dikare ser û berê hestekê yan jî,du hest û du seciyeyan û qabiliyetan veke, wan gurr, xurt û hişyar bikeû bixe kelecanê. Çimkî hesteke wiha raketî ku di xewê de be, gava neyehişyarkirin, ew ked û hewla wî, beredayî li haşê diçe û dibe demborî.Ha, di nav alemê de, dahiyê herî mezin jî, ancax di hişyarkirina hestekêdu hestan de, bi ser ketiye. Mîna hesta azadiyê, exlaqê hemiyetê, fikramilliyetê, muhebbeta welat û biraxwetiya mirovahiyê. Ji ber vê yekê,li ciyekî mîna wê çola berfireh a Cezîretul Ereb [Nîvgirava Eraban], di