Kitaplar
Dersên Civakî

van ciyên ku wan, li serê li hev nekiribû jî, sererast dike û bi ser de jî, ji me rebehsa hîkaye û hal û hewalên nebiyan û rewşa ummetên wan dike. Ha ev bixwe jî, rastî/sadiqî û nebîtiya wî bi xwe re tîne.

وَالَّذِي قَصَّ عَلَيْهِ الْقَصَصَ لِلْحِصَصِ وَسَيَّرَ رُوحَهُ فِي أَعْمَاقِ الْمَاضِي وَفِي شَوَاهِقِ الْمُسْتَقْبَلِ فَكَشَفَ لَهُ الَْسْرَارَ مِنْ زَوَايَا الْوَاقِعَاتِ إِنَّ نَظَرَهُ النَّقَّادَ أَدَقُّ مِنْ أَنْ يُدَلَّسَ عَلَيْهِ وَمَسْلَكَهُ الْحَقَّ أَغْنَى مِنْ أَنْ يُدَلِّسَ عَلَى النَّاسِ

   Belê, xeyal, nikare xwe weke heqîqet nîşanî nûra nezera wî bide. Îcatu pêdiviya wê pîşeya wî ya ku heq e, bi xapandinê tuneye.

   ŞÛAYA ÇARAN: Muraceeta li Esra Seadetê.   Ango, di wî rûpelê zemanê hal de, yanî di rûpelê esra seadetê de,divê Çar Nukte û Xalek/Nuqteyek li ber hay û bay û bala çav bê girtin.

   A pêşî: Gava em bînin ber çavê xwe ku edetekî biçûk, di navqewmekî biçûk de, yan jî, xesletekî qels, di nav taîfeyeke hindik de,hakimekî mezin, bi hîmmeteke mezin, wisan bi rehetî nikare rake, îcagelo, baş bala xwe bidê, wan edet û exlaqên ku gelek zêde di berdewamiyê debûn û ew civak, têra xwe hînî wan bûbûn û ew edet û exlaqê wan, gelek zêdecûr bi cûr bûn û pir zêde reh û kok berdabûn, ji nav qewmekî ku zaf zêde bûnû ew, bi wan edetên xwe ve, gelek zêde girêdayî bûn û muteaasib bûn û xwedîtebîetekî wisan bûn ku ji rika xwe, qet nedihatin xwarê, ji kûraniya ruhê wan,li gor wî emrê mezin, wî bi fedakariyeke hindik, di demeke kin û kurt de derxistû hilanî û di ciyê wan edetên gunehkarî de, wî, ew fîdanên edet û exlaqekîdin danî û wî, kir ku ew qewm, bi yek carekê, bigihîje dereceyek gelek mezina tekemmuliyê. Gava tu vî bidî ber çavê xwe û baş bal û dêhna xwe bidêyê ûîca tu rabî û tesdîq nekî ku ev tiştekî nuwaze û rewnekdar e, ez dê navê te, dideftera sofestaiyan de binivisînim.

   A duduyan: Damezrandina dewleteke ku di hukmê şexsê wê yêmanewî de ye û ew pêşveçûna wê ya sirûştî ya wê dewletê, pêdivî bidem û muhletê heye. Îca biserketina wê ya li hember dewleta zemanêberê, -jixwe ji dewletê re sitûtewandina dewleta nû, di hukmê tebîetêduduyan de ye, Lewra- hêdî hêdî û derece dereceyî ye. Wisan di demekekurt de, ji aliyê maddî û manewî ve avakirina dewleteke hakimku ge-lek mezin be û li hember wan dewletên kevnar ku reh û kok

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat