Kitaplar
Dersên Civakî

   

   ŞÛAYA SISIYAN: Mureceeta li Zemanê Berê.

   Ango rûpelê pêşî, zemanê berê ye. Va ye di vî rûpelî de, divê ku çarNukte, li ber çavan, bi baldarî bên girtin:   A pêşî: Mirovek, di fennekê de yan jî di hîkayeyan de, gava asas,ruh û movikên/uqdeyên wan bigre û muddeaya/angaşta xwe, li serwan dayne, di wê fennê de, pisporî û behretiya xwe nîşan dide.

   A duduyan: Hey birako! [Hey xwişkê!] Heke te hay û bay, ji tebîetêbeşer hebe û tu pê bizanibî, binihêre. Gava tu bala xwe ji aliyê civaknasîve bidî ser civakekê, tu dê bibînî ku bi heysiyeteke biçûk, di dozekebiçûk de, di nav qewmekî biçûk de, karekî biçûk ê ku ne li gor dilê wanbe, bi rehetî û serbestî, naye bicîkirin. Îca bala xwe bidê, bi heysiyetekegelek mezin, di dozeke gelek mezin de, di nav qewmekî ku qet sînorû hudûdan qebûl nake de, li hember rik û girr-eka bêhed, digel ku evmirov, ji her aliyî ve ummî ye, li ser wan meseleyên ku aqil di wan de,ne bi serê xwe ye, ew bi serbestîtiyeke tam, bê perwa û bi awayekî kutam bi xwe ewle be, li ber çavê şahidan, tu dê bibînî ku mîna wê sidqaxwe ya weke rojê, dê ji nav wan zikir û neqlên wan derkeve.

   A sisiyan: Li gor bedewî û wan kesên koçer, gelek zanistên teorîkhene ku li gor kesên medenî, bi telqînên wan zimanên xwe yên edet ûfîîlan, ketine hukmê zanistên ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji ber vênukteyê, ji bo muhekeme û lêfikirîna wan rewşên bedewiyan, divê mirovxwe li çol û badîreyê ferz bike.

   A çaran: Ummiyek, dema ku di nav aliman de, li ser fenneke mutedawîl/derbasdar fikra xwe beyan bike, bi awayekî li gorî wan xalênîttîfaqî be û di wan xalên ku hîna, lihevkirinek tê de çênebûye, dêdijberî bike. Îca ew gotina wî ya teshîh û sererastkirinê, dê îsbat bikeku raserbûna wî, ne wisan e ku bi xebata xwe bi dest xistiye.   Li ser van nukteyan, em dibêjin ku: Resûlê Ekrem (s.), digel wêummîtiya xwe ya ku tê zanîn, mîna ku bi ruhê cewwal ê ku naye qeydkirin,bi ser demê de derbas bûbe û ketibe wan kûraniyên xef ên rabirdûyê, wisanhazir e û wî, bi şexsê xwe dîtibe û dibîne û hal û hewalên wan nebiyên zemanêberî xwe û sir û razên wan rave dike û li hember çavê temamê alemê, wisandozeke mezin dike û -wisan dike ku berê çavê temamê wan zekî û jîrên dunyayêdikşîne ser xwe- bi awayekî bêperwa, bi tehereke ku gelek zêde bi xwe bawer eû weke destpêka muddeaya xwe, behsa wan asasên ku ji sir û hewalên wan redi hukmê uqde-ya/movika jiyanî de ne dike û bi ser de jî, wan xalên ku di wankitêbên semawî yên berê de, îttîfaq li ser wan hatibû kirin, rast derdixîne û ew,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat