(Heke hûn, ji ber wê bêînsafiya zêde û ji ber wê tundî û îfrata ku di peyvênmin de ne, li min bigrin, hûn dê bêînsafiyekê li bêînsafiyê zêde bikin; Çimkî ez yekî esebî me û hêrsokî me û heqîqetê jî, bi tu awayî ji tu tiştî re feda nakim.)
Ruhê komeleyan, di îttîhadê de ye. Îca mîzaca jiyanî ya hukûmetê,di hevgirtin û bihevdekelijandina komeleyan de ye. Heqîqeteke ew çend xweşik ku min ji bo raya me ya giştî ya ku perîşan e û di nava wan tebeqeyên xerezan de nû hişyar bûye, pêşkêş kiriye, ji ber ku qîmet pê nehatiye dayîn, wan kincekî wisan kirêt û çirkîn lê kiriye ku ez, ji ber fermana qet’î ya hemiyet û xîretê mecbûr im ku endam û heft azayên wê, bi qelaştina wê perdeya nezaketê nîşan bidim. Ez her azayî û her organî, di nav heqîqetekê de nîşan didim.
Heqîqeta Pêşî: Gava merivek derkeve dereceyekê û di paceyekê de li alemê temaşe bike, heke bejna wî kurt be, ji bo ku bigihîje wê dereceyê, ew dê xwe dirêj bike; heke dirêj be, dê xwe xwar bike. Eynî mîna vê, merivek, gava ku ji wê qîmet û qabiliyeta rutbe û hakimiyeta xwe re jêrdest be, ji bo ku xwe ji wê tefrîtê dûr bigre, dê xwe li kibr û quretiyê girê bide; lêbelê gava ku ew bi xwe, raserî wê rutbeyê be, îca ji bo ku xwe ji îfratê dûr bigre û bê astekê û wê mezinbûn û bilindbûna xwe nîşan bide, dê nefsbiçûkî û tewazû bike.
Heqîqeta Duduyan: Daxwaz û amanc û xerezên merivahiyê, ji ber ku bê sînor in û ji ber ku ev dunyaya teng û sînorkirî, nikare wan dixwe de bihewîne, di her karûbarî de, ew xerez û meqsedên zêde, diguvişin û bi xwe re jî dexesî û geremolî tînin û dibe sedem ku rê li ber wê meydana mucadeleyê ya jiyanê vebe. Îca axret, ji ber ku fireh e û wan daxwazên bêsînor di xwe de dihewîne, ji bo bicîanîna wan karûbarên axretî, -ka yek ji wan jî ew menfîetên giştî ne ku bi navê huqûqullah tê binavkirin- muzahemet tune ye. Ji vê re miqyas û pîvan, di karûbarên mîna wê zelaliya welîtiyê ku gelek hêja ye û kemaleke heqîqî ye û biqasî sureyyayê mezin û ulwî ye de, hesed tune ye. Lêbelê, di wan rutbe û payeyên ku gelek bêqîmet in û wucûdeke maddî ji wan re tuneye û mîna ne serab û lewlewk û leylankan de û di wê xweşikî û qeweta ku zû diqede û derbas dibe de, hesed û dexesî gelek zêde ye.
Heqîqeta Sisiyan: Gava ew wekheviya di îbadet û mizgeftê de, weke prensîbekî esasî yê pîşe û meslegekê bê qebûlkirin, bi xêra wê hêza xîreta