Elhasil: Digel ku ji wan tiştên mîna tirs, dudilî, qilqilîn û metirsiyanbêrî ye û ji wan tiştên mîna hîle, bêbawerî û bêîtmînaniyê îma dike jîpak e, bêrî û paqij e, dîsan ew tevgerên wî yên bêperwa û yên bi qewetaîtmînanê, di wan meqamên herî bixeter de û ew îsabeta wî ya didereceya herî bilind de û wan qaydeyên wî yên xwedîjiyan ku dê li dualeman meywe bidin wî, ew bi tevgerên xwe damezrandiye, her yekfîîl û her helwesteke wî ya ku ji her du aliyan ve ango di destpêk ûdawiyê de, cidîtî û sidqê, li ber çavê wan kesên ehlê dîqqet û baldariyêradixe. Baxusûs ji îmtîzaca temamê tevgerên wî, ciddîtî, jidilî, heqqîtî,mîna wê şû’leya herikbar û cewwal tezahur dibe û ji în’îkasa wî û jiwan muwazene û hevsengên wî, sidiq û îsabet, eynî mîna wê birqa kuçavê mirovan digre, tecellî dike. A niha ku em, wê meseleya mezin a ku bi zatê wî ve eleqedar e, temaşe ûziyaret bikin, divê em bi çar nukteyan bizanibin: A Pêşî: Ji ber wî qaydeyê
لَيْسَ الْكُحْلُ كَالتَّكَحُّلِ
tiştekî ku sun’î û tesennû’î,her çi qas mukemmel û bê qusûr be jî, nikare ciyê wî yê sirûştîbigre. Ji ber vê egerê, dê xetayên heyetê, muzexrefiyetiyê(qelpî) û sextetiya wî îma bike. A duduyan: Pevgirêdana têkiliya navbera exlaqê bilind û zemînaheqîqetê, ciddîtî û jidilbûn e. Îca mîna têgerîna xwînê, tiştê ku jiyanandide berdewamkirin û qewetê dide wê heysiyeta ku ji îmtîzacawan dizê û tiştê ku întîzamê dixe heyeta temaman, tenê û tenê, sidq e.Belê, ev sidq û ciddîtiya ku pevgirêdan û rabite ye, gava kîjan kêliyêbê birîn, ew exlaqê ‘alî û bilind di cî de hişk û ziwa dibe û beredayî li haşê dihere. A sisiyan: Di wan karûbarên ku li hev dikin de meylkirin û cezbedarîçawan be û di wan tiştên ku dijberî hev in de, jihevdûrbûn û nefretkirinû ew qaydeyê navdar ê hevdafdanê çawa be, di manewiyat ûexlaqê de jî, bi heman awayî ye. A çaran:
لِلْكُلِّ حُكْمٌ لَيْسَ لِكُلٍّ
di mecmû’ê de hêzek û xasiyetek, taybetmendiyekheye ku di cuzan de tuneye. A niha em bên ser meqsedê: Va ye berhem, siyer û dîroka jiyanê!Heta bi şahidiya dijminên wî jî, bi awayekî ku tu şik û gumanan bi xwere neyne, di Zatê Pêxember de, exlaqê bilind, heye. Ew îzzeta ku ji kesret,îhate û ji wê kombûna îmtîzaca wî derdikeve û ew şeref û weqera