Kitaplar
Dersên Civakî

talankirinên xedar ên hin zaliman ve girêdayî bûn. Niha, di pey vê şoreşa mezin de, hûn azad in. Bi şertê ku hûn îtaeta wan berpirsiyariyên adil ên hukûmeta meşrûtî ya meşrûî bikin û bi awayekî menfî êrîşî ser mafên xelkê nekin, her yek ji we, di alema xwe de mîna ye padîşahekî.Heta ku ji destê we tê, selteneta şexsî muhefeze bikin û bi teşebbusa şexsî, ji vê îttîhada millî û ji meşrûtiyetê re, bi her awayî xîzmet bikin.Lewra rizgarî û jiyana me ya mutleq û belkî hemû miletê Îslamê û Osmaniyan,bi vê îttîhada miletê, qaîm e.

   Gelî hemû Kurdan! 

  Çavê xwe vekin, sibeh hat. Tim hişyar bin. Ew kesên ku xwedî wan fikrên xerabûyî ne, bila ji îxtîlaf û hovîtiya we îstîfade nekin. Vê yekîtiya neteweyî ku bi şan e, bila nekin hedefê nexweşîneke fena. Çimkî wê gavê, temamê gel û Îslamiyet, dê li ser wê bibe dawedar. Zeman jî,dê şîmaqê li we bide û bi vî awayî dê îxtîlaf û keşmekeşiyê bavêje.Heke hûn namûsa xwe divên, berî ku hûn şîmaqê bixwin, gav bavêjin.Îca hûn vê jî baş bizanibin: Li hember vê medeniyeta ku êrîşî her aliyî dike, hûn nikarin li ser vê hovîtî û kovîtiya xwe bisekinin. Nebî hûn ji vê peyva wehşet û hovîtî û kovîtiyê bixeyidin. Lewra serê ewil, ezji nefsa xwe re dibêjim. Jixwe qebehet ku heye, yê hukûmetê bi xwe ye. Tiştê ku ez dixwazim ew e ku hûn, namûs û heysiyeta Kurdîtiyê biparêzin û di hêla xîzmetkirina ji bo meşrûtiyet û edaletê de, hûn jî bidin ser şopa wan Ernewûtên egît û qehreman. Di vê rewşa niha de,dê ji her kesî zêdetir ji seadeta me re xîzmet bike. Çimkî ji her kesî zaftir, me ji îstîbdadê zerar dîtiye. Tu dibêjî qey ji me xeyidîne; wan em sewqî zemanê berê dikirin. Ez mizgînî didim ku: Di demeke nêzîkde, li temamê Kurdistanê, dê ew medreseyên munderîse (ku ji holê hatine rakirin), ji nû ve bên îhyakirin û li wan ciyên ku tune ne jî, dê medreseyên nû bên avakirin. Wesselam.

Bedîuzzeman

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat