- Belê, wacibî û ferzkirina zekatê, heramkirina faîzê, qerzê deynê bêfaîz,şertên sulh û li hev hatinê ne. Ger tu vî kevirê ribayê, ji binê vê qesra medeniyetazalim bikşînî, dê hilweşe. -“Tu wan her du cereyanên li nav gawiran, çawa dibînî?”-Aniha yek ji wî, necis û pîs e. Ya din, ences û pîstir e. Tahirê mutlaq(pakû paqij), bi tenê dustûrên Îslamiyetê ne. -“Wisa be ne‘let li her du cereyanan jî!” - Belê. Lê belê ji bo paqijkirina wî ences û pîstirê ku em lewitandine,meriv ji wî necîs û pîsê ku dixwaze wî encesî paqij bike re bibêje necisû wihareng xwe bi wî jî bilewitîne, ne karê bi aqilan e.Mesela: Xinzîrek, te digevizîne, dixeniqîne. Hirçek jî, wî dixeniqîne.Ku meriv darekî di zikê wî hirçî re bike û muselletê serê xwe bike,ji aqiltiyê zêdetir, dîntî ye. Jixwe dîntiyeke îstilakar, li dinyayê belav bûye. - “Tu ji perçebûna kufrê, çi hêvî dikî?” - Îttihada Îslamê. - “Îttihada Îslamê çi ye?” - Îttihada Îslamê; meclîseke nûranî ye ku ji rojhilatê bigre heta rojava; jibaşûr bigre heta bakur, dirêj û fireh e ku îro ji sê sed mîlyonî zêdetir ferdênwê hene ku rabitayeke wan a qewî ku ji ber nezanîna wan, bi awayekî kunahête hîskirin, bi hev ve girêdayî ne. Bi mîsaqê ezelî û bi îmana ku sond ûpeymana me ye, em ketine nav wê cemiyetê. Em ehlê tewhîdê ne û fermanberêîttihadê ne. Şaxên vê cemiyetê, hemû mizgeft û medrese û tekya û zaviye ne.Û reîsê vê cemiyetê, Resûlê Ekrem Eleyhîsselat û wesselam e. Qanûna wêya esasî jî, Qurana Ezîm’uş-Şan e. Wan rabiteyên nûranî ku di navberahemû ferdan de ne, zemanê wî hatiye ku meriv bi awayekî şuûrî wanbîne îhtizazê û wihareng nura xwe bireşîne ser hemû firqe û şaxan.Va ye Hacer’ul-Eswedê îttihada Îslamê yê munewwer û rewnaq kukabeya seadeta me ye, Kabeya Mukerreme ye. Û durrê wî yê rewnak,Rewzeya Mutehhere ye. Mekkeya Mukerremeya wê, Cezîretul Ereb e.Medîneya medeniyeta Munewwereya wê, dewleta Osmanî ye. Min zemanekî bi rêya remz û îşaretê derheqê seciye û rabite û başiyaexlaqê Îslamê de, wiha gotibû: Ger tu dixwazî nexş û xemla vê kabeyê bibînî, bala xwe bidê!