Kitaplar
Dersên Civakî

   Bi bersivî: Heke zen û tewehum bike ku encam, bi delîlê ve girêdayîye û bi wî qaîm û sabît e û ji bo teheqqûqa heqîqetan bike wekî pîvanû eyar; û tunebûna delîlê, wekî tunebûna medlûlê jî bizanibe, ew zirare. Hal ew e ku îman li burhaneke ziravok nayête barkirin. Bîlakis, piştaxwe dide heds û hukmekî wisa ku ew hedsa jî, ji menbayên wisa, hêz ûqewetê distîne û ji madenên wisa rewşenî û ronahî digre ku tefandinawê, wekî tefandina kaînatê ye.   Kana Pêşî: Îttifaqa bi milyonan ehlê heqîqetê ye ku sirrê herî mezinê îcmayê û maneya herî fireh a tewaturê îhtiwa dike.Ew netîce, bi hedsekî muqnî ku ji nuqteya sirrê îcma û tewaturêtecellî kiriye, di hişan de cî girtiye. Lewra her muheqqîq û lêgerînekî,delîlekî wî, heye. Ger mahiyeta wî delîlî neyête teşxîskirin jî, hebûnawî, qetiyen melûm e.   Gelo di dinyayê de ka kîjan şik û îtiraz hene ku vê şirîta qewî ya kubi milyaran bend û werîsên delîlan pêk hatiye, bikaribin biqetînin?Lewra ez dibêjim ku: Wê encama ku derheqê wehdetê de ye, her yekîji wan ehlê heqîqetê ku bêhed û hesab in, bi delîlekî yan jî bi çenddelîlan, wekî heqîqet dîtine. Nexwe ew hemû burhanên wan, delîlekîpir hêzdar e, hej lê nakeve. Lewra, wan delîlan nas neke jî, lê bi hebûnawan, dizane. Ew jî, çavkaniyeke hedsê ya dewlemend û fireh e.   Kana Duduyan: Şehadeta hemû kaînatê ye.   Kana Sisêyan: Fitreta ku di wijdanê de ye. Gelek menbayên wekî vana, hene.Belê ev hukim, heta ku hemû çevkanî û menba nemiçiqin, nate-mire.Şik û şuphe, delîlekî, sed delîlî pûç bike û bavêje jî, dîsa zirar nadetiştê ku delîl wê nîşan dide. Lewra ew qubbeya bilind, li ser sitûnekêtenê qaîm nîne. Ku meriv bi vê tengî û cuziyeta zîhnî û bi nezeramuşterî, qesta îspata wê bike, xeter e. Bîlakîs wezîfeya vê delîl anînê ûburhanan, menfî ye, red û paqijkirina şupheyan e. Met-leb û meqsedêbeyan dike, eyan dike. Carinan jî, teqwiye û piştgiriyê dike.   Tedqîq û lêkolîn du cure ne: Yek ji wê, her ku diçe, “nurûn ela nûr”rewnaq dibe, dibiriqe. Ya din, her ku diçe, dikeve nav tarîtiya şik ûşupheyan. Mesela çavkaniya aveke şîrîn heye. Ji wê kaniyê bi hezaranco û cihok diherikin û ew cihok jî, şax vedidin û li gelek ciyan digerinû tevlî hin tiştên din dibin. Mirovek çav bi wê çavkaniyê ket, ew tamkir, bi baş) fêm kiriye ku ew av, şîrîn e. Fêm kiriye ku ew co û şaxên wêjî, tên digihîjin hev. Paşê rastî kîjan cihok û çiqê bê, bi îşareteke piçûk,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat