Kana Pêncan: Ji aliyê neql û rîwayetê ve, ji qisseyên derbareyêxeberên pêşî û paşiyan, heqîqetên xeyb û şehadetê, raz û esrarên îlahî,rabiteyên kewn û kaînatê, pêk tên ku -waqie û aqil û mentiq ku wanqebûl nekin jî, red jî nakin- gotin û peyamên rast in ku wan cîhên kukitêbên semawî yên berê, tê de îttifaq kirine, bi awayekî musaddiqî,qebûl kiriye. Ew ciyên ku tê de îxtîlaf kirine jî, bi awayekî mu-sehhîhî,sererast kiriye. Hêmana Şeşan: Ew dînê Îslamê ye ku ew îhtîwa û ava kiriye û nepêşeroj û ne jî paşeroj dikare bibe xwediyê mislê wê. Kana Heftan: Ew zewqa mucîzewerî ya wê ye ku ji husn û rindiyekeheqîqî pêk hatiye ku ji van her şeş kaniyan derketiye û ji yekûn ûîmtizaca wan her şeş nûran peyda bûye ku bi heds û hukmê qelbî, têzanîn. Fikr û ziman, têra tebîra wê nakin.Ger tu bêjî: “Ji vê teswîr û şîroveyê, tête fêm kirin ku pirbûna meslekanû îxtilafa terîqan metlûb e.” Bersiv: Belê metlûb e û hem jî mecbûrî ye. Ger bi hesrazîhniyetê ya ku ji xwudxemiyê derketiye, qesta redda yên din bike,
اَلْبغُْضُ فِي اللهِ
ê sûîstimal bike, wê hingê, îxtîlaf zirar e. Yan na,
اَلحْبُ فيِ اللهِ
ê bike esasê dustûrê xwe û ji pêşketinê, qanûna hevkariyê bizanibeû biemilîne, li firehî û tebabet û serederiya şerîetê bifikire, îxtîlaf dibesebebê îmtizacê. Elhasil: Divê her kes, ji bo rê û meslekê xwe bibêje: “Hûwe heqqûn/Ew, heqe”; lê belê divê nebêje :“Hûwe’l-heq/Heq, ew e”. Yan jî bila bibêje: “Hûwe’lehsen/Yê herî rind, ew e”, bila nebêje “Hûwe’l- hesen/yê rind, ew tenê ye”.Ey xwediyê pirsê yê xeyalî; te cewaba kin xwest. Min jî, cewaba kurtda. Heke îzah û beyana wê bê gotin, gelek cild kitêb lazim in. Va ye,tenê ji bo nîşandana beyana cezalet û xweşiya nezmê -ku ji wan hefthêmanan, hêmana pêşîn û beşa duduyan e- tefsîra xwe ya bi navêÎşaratul Îcazê rave dikim. Lewra wê tefsîrê bi tevahî, bi tenê qismek jiwê cezaleta nezmê şerh û şîrove kiriye. Pirsa Duduyan: (Ku nîvê bersiva wê sipî ye û nîvê wê jî, reş e.) Got ku:“Dema ku şuphe û îtiraz, li burhanê bê kirinê, ma zirarê nade îmanawe? Lêgerîna bi burhan û delîlê ku çavkaniya pevçûna wehm û wesweseyane, gelo zirar nade?”