بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
Pirsa pêşîn: “Mucîzeweriya Quranê, bi awayekî îcazwerî û bi kurtasî beyan bike.” Bersiv: Î’caz û mucîzeweriya Quranê, ji heft çavkaniyên kullî û giştîdiîse û ji heft unsur û hêmanan pêk tê. Kana Yekê: Nexşeke ecêb e ku ji fesahet û rewaniya lefzê, ji cezaletû xweşikahiya nezmê, ji belaxeta maneyê, ji bedahet û bedewbûnamefhûmê, ji beraet û paqijiya mezmûnê, ji xerabet û balkêşiya uslûbê, çê bûye. Hêmana Duduyan: Ji xeyba di kar û barên kewnî de, ji xeyba diheqîqetên îlahî de, ji xeyba di pêşerojê de, ji xeyba di paşerojê de ye, pêk tê. Kana Sisêyan: Camîiyet û berfirehiya wê ya newaze ye ku jişamilbûna wê ya li gelek îhtîmalan û nêrîna wê li pir aliyan pêk tê ku ligorî usûlê zimanê Erebî, sehîh û rast e; di aliyê belexatê de, zehf delale; di aliyê hîkmeta teşrî û qanûnsaziyê ve, gelek munasib e; Û di hêla maneyê de, ji îhata û dahundirîna wê ya meşrebên ewliyaû zewqên arîfan û mezhebên ehlê terîqan û meslekên feqîhan û ekolênehlê kelamê pêk tê; Û di hêla hukim û esasan de, ji îhtiwaya wê ya heqîqetên rewş ûhalan, dustûrên seadeta her du aleman, wesîleyên terbiyeyê, rabi-teyênjiyana civakî pêk tê; Û di hêla ilmê wê de, ji dahundirîna wê ya ilmên kewnî û ilmên îlahî; Û di hêla meqsedan de, muwazenet û hevagengî û têkûzî, mutabiqîû lihevhatina wê ya li dustûrên xilqetê, pêk tê. Hêmana Çaran: Ciwanî û nûbûn û îhateya wê ya xarîqulade ye kuli gorî dereceya fêm û edeba hemû esran û li gorî dereceya îsdidad ûqabîliyetên tebeqeyên di her esrê de, nûr û ronahiyê direşîne. Ji bo hersedsalekê û ji bo her tebeqeyekê, li her esrê, deriyê wê, vekiriye û wiharengher kesî razî û têr û tetmîn dike.