Peyva duduyan ku bi hêrs, xudkam û zalim e, pêşveçûna mirovahiyêwisa dihejîne ku ew maye biavêje agirê serûbinbûnê. Yek dermanek vê bobelata herî mezin heye: Ew jî qedexebûna faîzêye û ji jiyana civakî jiholêrakirina hemû navgînên faîzê ye. Derdanêfaîzê û banka asteng in; Lewra dibin sedem ku dewlemendî di destêxudkaman de bicive. Belê, bi van deriyan, serwet û xwedîbûna milk,di kêm mirovan de dicive. Heke bi van her du dustûran neyê belavkirin, dê bê rapêçandin. Belê, ji civakê re şert û mercên pîr û pergalê ew ku divê çînên civakêji hev dûr nemînin, tebeqeya esilzadeyan ji tebeqeyên gelî, çînênzengînan ji çînên feqîran neqetin ku silayê rehm neqete. Hal ev e ku bijîna faîzê û bi mirina zikatê navbeyneke fireh vebûye, dûrahiyeke wisaçêbûye ku tora ku du tiştan digihîne hev, qetiyaye.Di ciyê ku tebeqeya sefîlan li hemberî tebeqeya dewlemendan rêz,îtaet û hezkirina bermaberî hev nîşan bidin; tenê dengê şoreşê, qîrînêndexesiyê, zarîna rikê, fîzara tolhildanê bilind dibe, tê bihîstin.Di ciyê ku tebeqeya dewlemendan li hemberî tebeqeya sefîlan merhemet,êhsan û lutifê nîşan bidin, ji wan tenê agirê zilmê, halana zordestiyê,dengê bilind ê biçûkxistinê dadikeve. Vaye ji vê rewşa ruhî ye ku ew qabiliyeta di esilzadeyan de ku dibesedemê nefsbiçûkî û dilşewatiyê, bûye sedemê quretî û xurûrê. Ewkêmqewetiya feqîriyê û feqîriya gelî ku dibe sedemê şefqet, dilşewatîû alîkariyê; bûye sedemê êsîrî û selafeta wan.Heke ku tu şahid bixwazî, li fesad û rezaleta alema medenî binêre,dê dem gelek şahidan nîşan bide. Bi Kurtasî: Lihevhatina tebeqeyan û yek çareya ku wan nêzî hev bike ew eku divê zikata ku ji ruknê Îslamiyetê ye, ji rêveberiya civakê re wekî dustûrekîfireh û mezin bê qebûl kirin. Tunekirina faîz û navgînên wê ye ku di Îslamiyetêde ji gunehên herî mezin e. ‘Edaleta Qur’anî, li ber deriyê alemê disekine û jifaîzê re dibejê: “Qedexe ye, heqê te tune ku tu bikevî hundir”. Remza “bi kalbûna demê re Qur’an ciwan dibe”, derdikeve holê Wekî mînak:
اِنْ يَكُنْ مِنْكُمْ عِشْرُونَ
ila axir... Wekî mînak:
تَجْرِى فِى الْبَحْرِ
ila axir...
Wekî mînak:
قُتِلَ اَصْحَابُ الُْخْدُودِ
ila axir... Wekî mînak... Wekî mînak... Wekî mînak...