bêdelîliyê delîlê wê ye. Pejirandina tunebûna tiştekî, delîlê tunebûnêdixwaze. Yek jê şik û guman e, yê din înkar e. Wekî mînak, ji hedîsekêre pejirandin, nepejirandin û pejirandina tunebûna wê heye. Ya Pêşî: Cazîbeyeke burhanî dixwaze. Ya Duduyan: Ne ew hukim e ku ber bi rastderxistinê ve ye, belkî ne-zanî ye. Ya Sisêyan: Ji ber ku red û înkar e delîl û îsbatê dixwaze. Ew tunebûnû înkar e. Tunebûn û înkar jî bi hêsanî nayê îsbat kirin. Dibe ku bi tunebûnawateyê re xwe bi xwe bitefe here, biqede. P- Tu rexneyê çawa dibînî? Bi taybetî di karên dînî de.. B- Sedemê ku ber bi rexneyê ve dibe, ya ji ber tolhildana ji nefretê ye anjî diltêrbûna şefqetê ye. -Wekî dîtina kêmasî û ‘eybek dost an jî dijmin.-Di her tiştekî de îhtimala sihet û fesadiyê heye. Ev, ew ‘eyar e kumeyl û bijartina li ser pejirandinê, ji şefqetê; meyl û bijartina li serredkirinê –heke ne wasewas be– ji nifrînê tê.
وَعَيْنُ الرِّضَا عَنْ كُلِّ عَيْبٍ كَلِيلَةٌ * وَلٰكِنَّ عَيْنَ السُّخْطِ تبُْدِي الْمَسَاوِيَا
Sedemê ku meriv dibe rexneyê, divê eşqa heqiyê û xweziya tenzîhaheqîqetê be. Wekî rexneyên selefê salihîn. P- Li hemberî van propagandayên gawirên zalim, em ê çawa ber xwe bidin? B- Propaganda, weledê nemeşrû yê cerbezeya zalim e ku berê jî min ewbiçûk xistibû. Sekna li hemberî wê, divê ne bi wê çeka derewîn be, dibe ku bisidq û heqiyê be. Sidqek tenê, dikare bênderek derewan têk bibe.
قُلِ اللهُ ثُمَّ ذَرْهُمْ فِي خَوْضِهِمْ يَلْعَبُونَ
إِنَّمَا الْحِيلَةُ فِي تَرْكِ الْحِيَلِ
Divê mirov bi nêrîna qederê li pêşeroj û musîbetan binêre; û binêrîna li ser xala teklîfê li paşeroj û gunehan binêre.Divê mirov di tiştê ku çareya wî heye de nekeve neçariyê, di tiştê kuçareya wî tune ye de jî ax û wax neke û negirî.
***