قَالَ: ضِيقُ الْقَافَيَةِ
Em di vê eynika zengarî û qilêrî de, sûretê vê dibînin.
Gelî rojnamegeran! Wê îttîhada ku armanca me ya eslî ye, hûn biwê hîlekarî û nokeriya xwe û bi wan rêşaşkirinan dikin ku unsûr ji hevbelav bibin û bi vî awayî jî, hûn wê muqeddemata yekîtiyê ku delîlê jiyana me ye, bê encam dihêlin.
Hasilê kelam: Zemanê berê, “Heyder Axa”tî hebû. A niha we jî, ev kir “Heydo”. Hal ku hal e, ji me re “Heyder” lazim e. Hûn wî zimanê çapemeniyê ku dişibe şûrê elmasî, bi îtîdal û edaletê seqî bikin, bibiriqînin;da ku bi îfrat û tefrîtê zengarî nebe.
Seîd
***
JI BO NIYAZÎ BEG
Lo Rustemê Zal ê zemanê xwe!
Li wê alema xeyalê ku mîsala biçûk a alema mîsalê ye, em te ziyaret dikin. Çimkî mîna her lefzekî qenc, a niha mîsala te di alema manayê de, dixuyê û di bîvika çavê aqil de, tafilê teşe digre. Ez hatim Selanîkê; ji bo ez wisan bikim ku sûretê te yê heqîqî û mîsala te ya mecazî hev bibînin. Wî talihê nebaş, ji ber dexesî û hesûdiyê, yan jî, jibo ku çavînokî nebe, destûr neda ku ew her du mîsalên xwedîweqer,bên cem hev. Ji bo ku em wê binyeya seadetê ku we ew damezrandiye,tehkîm û zexim bikin, weke spaseke fîîlî, min niyet e ku biçim Kurdistanê.
Seîd
***