Kitaplar
Dersên Civakî

û hîkmetê be jî, şerî‘et ji yekê dernexistiye çaran, belkî ji heştan nehandaxistiye çaran. Bi taybetî jî şertên wisa xistiye zewaca ji yekê zêdetirku rîayeta bi wan, nabe sedemê tu ziyandariyan. Di hinek xalan deşer be jî, ji du xerabiyan ya herî kêmxerab e. Ji du xerabiyan ya herîkêmxerab jî, ‘edaletek îzafî ye.   Çi heyf! Di her rewşa alemê de tenê xêr nabe.   P- Çima Daru’l Hîkmetî’l Îslamiye (Dergehê Hîkmetên Îslamî) xizmetê nekir?   B- Xizmeta wê ya herî mezin, nekirina xizmeta wê ye. Tevgera wê yaherî mezin, bêtevgerbûna wê ye. Lewra, qeweta ecnebî ku li vir hakime, her yek tevgerên li dijî xwe difetisîne, nahêle ku bixebitin. Me yên kutevgeriyan dît. Di mizgeftên muqeddes de ji gawiran re dia hate xwendinû ji bo cewaza qetla mucahîdan fetwa hate dayîn. Vaye DergehêHîkmetê di nav vê bahozê de wekî amûr nehat bi kar anîn. Qewetaecnebî ku astengiya herî mezin bû, bi hemû qeweta xwe bê exlaqiyêdihewand û wêrekiyê didayê.   Sedemê di dereceya duyemîn de: Beşên Dergehê Hîkmetê dikarin lihev bikin, belkî jî ne têkil bûn. Meziyetên wan ên şexsî hene. Ruhêcemaetê çê nebû. “Ene” zexm in, nehatin qul kirin ku bibe “nanhu”.“Ez” nabû “Me”. Di xebatên wan de bi dustûra beşdarbûnê dest bi karkirin, dustûra alîkariyê hate îhmal kirin.   Beşdarbûn, di maddiyatê de qewetê dide berhemê, dike fewqulade.Di manewiyat û ramanan de dike ji rêzê, belkî kirêt jî dike.Dustûra alîkariyê bi temamî berevajiyê vêya ye, di maddiyatê deli gorî cemaetê gelek biçûk; lê belê li gorî şexşek bi tenê, dibe wasitaji berhemên mezin re. Di manewiyatê de jî, berhem digihîje asta xarîqulade.Hem jî rexneyên wan ber bi tûjbûnê ve çûne, ramana ku dertê li hemberî wê, ditefe.Bi gera herîheqiyê carinan heqiyê jî winda dike. Îtifak û yekbûna di heqiyêde, ji ber ku di herîheqiyê de îxtilaf û ji hev bûn e, ji herîheqiyê jî ji herîheqtir e.Di dema gera herîheqiyê de, ji hebûna batil re bi awayekî xweşbînî heye. Ango,carinan xweşik, ji herîxweşik jî xweşiktir e.   P- Heke kesek bibêje: “Ez vê hedîsê qebûl nakim.” Çawa ye?   B- Carinan nepejirandin, bi pejirandina tunebûna tiştekî re tê tevlihevkirin. Dibe sedemê gelek xeletî û çewtiyan. Hal ku ev e, teqezbûna

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat