Kitaplar
Dersên Civakî

   Nexwe dê demek bê ku ew alema xuyanî ku qaçil û sûretê heqîqeta mezin a kaînatê ye,dê bi îzna Ellahu teala parçe wesle bibe û di sûretekî xweşiktir û letîftir de dêbête tezekirin û ew sirrê

يَوْمَ تبَُدَّلُ الَْرْضُ غَيْرَ الَْرْضِ

   dê teheqqûq bike.   Nuqteya Duduyan: Wuqûya/rûdana vê mirinê ye. Ji vê re delîl, îcmayatemamê dînên esmanî ye. Şahidiya hemû fitretên selîmî ye. ûew îşareta wan guherîn û tebeddul û texeyyurên kaînatê ye. Heke tubixwazî ku vê sekeratê di zihna xwe de temessul/teşegirtî bikî, binihêre,ev kaînata ha, bi nîzameke deqîq, ulwî, bi hev de hatiye girêdan. Biawayekî xefî, nazik, letîf, xwe bi hev û dî ve girtiye. Gava ku ji wancirmên ulwî yek cirmek, bibe mezherê xîtaba “Kun” an jî “Ji Mîhweraxwe derkeve.” dest bi sekeratê dike. Stêrk, dest bi lihevketinê, cirm,dest bi telatumê; her yek ji wan gulleyên wê fezaya bêserî û bêdawî kubi qasî kureyan in, mezin in û bi milyonan in, bi dengê mîna topan,dest bi waweylayê dikin. Li ser û guhê hev dikevin û dê çîkên bi qasîmezinahiya kureya me, jê biçin.   Va ye bi mirinê, destê qudretê kaînatê diçerqilîne. Kaînat, bi safîbûnê,dest bi jihev-veqetînê dike. Cehennem, tevî eşîret û maddeyên xwe,xwe dide aliyekî; Cennet, tevî unsûr/hêman û spehîtiyên xwe, li ciyekîdî tecellî dike.   Nuqteya Sisiyan: Vejîna wê alema ku dê bimre, mumkun e. Lewra-çawa ku di Meqamê Pêşî de behsa wê hat kirin- di qudretê de kêmahîtuneye; sedemên pêdivîkar û muqteziyên gelek qewî hene. Mesele kuheye, di mumkînatan de ye. Belê, gava meriv bala xwe bide kaînatê,meriv dê bibîne ku tê de, du hêmanên esasî hene; du rehên/kokên wanhene ku dirêjî her aliyî bûne. Gava ev hasil bibin û li ciyekî bên serhev û bibin ebedî, dê bibin Cennet-Cehennem. Îca Cennet, Cehennem, dumeyweyên guliyên wê dara xulqiyetê ne ku bi aliyê ebedê ve şax dane, du encamênsîlsîleya kaînatê ne û du mexzenên wan karûbaran in ku misêwa tên ûdiçin û ji wan mewc û pêlên mewcûdên ku bi aliyê ebedê ve cereyan dikin re,du hewz in. Û ji lutf û qehrê re, du ciyên tecelliyê ne ku gava destê qudretê,bi hereketeke şedîd, kaînatê biçerqilîne, ew her du hewz, bi wan maddeyên kumunasibê wan in, dê tije bibin.   Hakimê Ezelî, ji ber pêdiviya înayet û hîkmeta xwe ya ezelî, ji boku wê bike qada tecrube û îmtîhanê, ev dunya, xuluqand. Tecrube ûîmtîhan, sedem in ji bo mezinbûn û geşbûnan. Îca ew mezinbûn ûgeşbûn jî, ji bo înkîşafa qabiliyetan sedem in. Ew înkîşaf jî, ji tezahura

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat