Gava ku tiştek, di nav qanûnê tekamulê de be, di wî tiştî de xurtbûn,mezinbûn û geşbûn heye. Gava gurûgeşbûn û mezinbûn hebe, jêre imrekî tebîî heye. Gava imrê tebîî hebe, jê re ecelekî fitrî heye. Bilêkolîneke berfireh sabit e ku ji nehpika mirinê, nikare xwe xelas bike.Çawa ku merivek, alemeke piçûk e, nikare ji felişandinê xelas bibe,alem bi xwe jî merivekî mezin e û ew jî nikare ji ber pençikên/nehpikênmirinê xelas bibe. Ew jî dê bimre, peyre dê bête vejandin an jî dê rakeveû bi sibeha heşrê re, dê çavên xwe veke. Hem çawa dareke ku nusxeyeke herî piçûk a kaînatê ye, nikare serêxwe ji texrîb û înhîlalê xelas bike, wisan jî, sîlsîleya kaînatê ku ji da-ra/şecereya xîlqetê ye, ji wê texrîba ku ji bo tamîr û nûbûnê ye, nikare xwexelas bike. Heke berî ecelê fitrî, bi îzna îradeya ezelî, merezeke xaricîyan jî bûyereke xerabkar çê nebe û Sani’ê wê, hîna berî weqtê wê, wêxera neke, her hal, hetta bi hesabê zanistî, rojek dê bê ku sirrên
اِذَا الشَّمْسُ كُوِّرَتْ * وَاِذَا النُّجُومُ انْكَدَرَتْ * وَاِذَا الْجِبَالُ سُيِّرَتْ*
اِذَا السَّمَاءُ انْفَطَرَتْ * وَاِذَا الْكَوَاكِبُ انْتَثَرَتْ * وَاِذَا الْبِحَارُ فُجِّرَتْ*
bi îzna Qedîrê Ezelî, dê derkevin û sekerata wî merivê mezin, bixirexireke ecêb û bi dengekî bidehşet, dê fezayê dagre û dê bi qêrînîbimre, peyre dê bê vejandin. Nuqteyeke deqîq/hessas: Çawa ku av, digel zerarê xwe dicemideû bûz, digel zerarê bûzê dihele, lib, digel ku zerarê qişrê/qaçilê wê têde heye jî ew bi hêz dibe; peyv, digel ku ne bi dilê wateya wê ye jî stûrdibe; ruh, li ser hesabê cesed qels dibe; cesed, li ser hesabê ruh ziravdibe. Wisan jî, alema kesîf, li ser hesabê alema letîf şeffaf dibe. QudretaFatîrî, -heke tabîr caîz be- bi çalakiyeke agirîn, di wan parçeyên mirîyên bêcan, tîr û kesîf de, li her aliyî, şû’leya nûra heyatê pê dixe. Ev jîremzeke qudretê ye ku li ser hesabê alema letîf, alema kesîf dihelîne,dişewitîne û ronî dike. Heqîqet, çi qas qels be jî, namre. Belkî di şikl ûteşeyan de seyr û sefer dike. Heqîqet mezin dibe, înkîşaf dike, ciwandibe. Qişr, qalik û sûret kevn dibe, zirav dibe, parçe dibe, bi awayekîhê xweştir û xweşiktir, teze û nû dibe. Ziyade, di hêla kêmasiyê de, bi awayê dij-hevsengî ye. Ev qanûn, ditemamê wan tiştên ku di nav qanûnê tekamulê de ne, şamil e.