Kitaplar
Dersên Civakî

ku îstîdatên wê, derdixe bîlfîîlê. Ji fermana “Kun” re îtaeta temamêkaînatê, mîna îtaeta yek zerreyekê ye ku ew jî, di hukmê neferekî deye. Ji wê fermana ezelî “Kun” ku ji îradeya ezelî tê re, tiştên mumkun,îatet û îmtîsal dikin. Îca di vê îtaeta wan de, ew meyl, îhtiyac, şewq ûîncîzaba ku tecelliya îradeyê ne, bi carekê, bi hev de kelijandî ne û ketinenava hev. Ha sirrê îtaetê...   Ev şeş temsîl, di qeweta mumkînata ku bi kêmasî ye û dawî jê re heyeû tesîra wê ya heqîqî tuneye û zeîf e de, bi muşahedeyê dixuye. Nexweli ber wê qudreta ezelî ya ku bi ezemetê tecellî dike û temamê kaînatê ûher tiştê ku dawî jê re tuneye, ezelî ye û ebedî ye, ji tunetiya mutleq îcadkiriye û hemû aqilan di nav heyretê dihêle, her tişt mu-sawî/wekhev e.Nabe ku ti tiştek jê re giran bê. Nebî ku hûn jê bikevin xefletê.Bi van mîzanên piçûçik ku ev şeş sirr in, ew qudreta ezelî, nayepîvandin/kişandin. Jixwe dibe ku pê re qet nekeve munasebetê. Tenêji bo def’a îstîbadê, dibe ku behsa wan bête kirin. Ha, gava ku bi vansê nuqte û şeş sirên ku di Nuqteya Sisiyan de hene, ne bi nêrîna aliyêmulk û melekûtê ve; belkî bi nêrîna aliyê melekûtiyet û qudreta ezelîve bête nihêrtin, ew îstîb’ada ku di mandelkirinê de dewam dike û vêdûrî aqilan dibîne, dê ji holê rabe û nefs jî, tetmîn dibe.   Encam: Mademkî qudreta ezelî bê sînor e. Hem lazimeya zerûrî ye. Hemher tişt, bê leke û bê perde, li aliyê xwe yê melekûtiyetê dinihêre û muqabilê wêye. Hem ji hêla wê îmkana ku her du aliyên wê wekhev in ve, her du aliyên wêdi hevsengiyê de ne. Hem ji wê nîzama ku şerîeta fitrî ya kubra ye re îtaet dike.Hem, ew aliyê melekûtiyetê, ji wan sedd û bendan û ji wan taybetmendiyênxwe yên cûr bi cûr, mucerred û xalî ye. Nexwe kullê ezem, li ber cuzê esxer,li hember qudretê, wisan zêde naziyan nake û li dij wê dernakeve. Nexwe diheşrê de, îhyakirina temamê ruhbaberan, ji qudretê re, bi qasî îhya û biheyatkirinamêşeke ku zivistanê, ketiye xeweke mîna mirinê û teviziye û biharê têîhyakirin, ne gi-rantir e. Nexwe

مَا خَلْقُكُمْ وَلَ بَعْثُكُمْ اِلَّ كَنَفْسٍ وَاحِدَةٍ

 bê mubalexeye, ne xapandin e, rast e, heqq e, heqîqet e.   Va ye teza me ku “Faîl muqtedîr e û ti kelem û astengek di wê hêlêde tuneye.” Teheqqûq kir.

   MEQAMÊ SISIYAN: Mehel, qabil e. Li vê derê, çar Nuqte hene:Îmkana mirina alemê û rûdana wê.. îmkan û rûdana tamîr û îhyaya wê.   Nuqteya Pêşî: Ji îmkana mirina kaînatê re delîl:

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat