Kitaplar
Dersên Civakî

   Nuqteya Sisiyan: 

وَلِلّٰهِ الْمَثَلُ الَْعْلَى

 

لَيْسَ كَمِثْلِهِ شَىْءٌ

 ji ber ku evtemsîl, teswîr û tesewwurê teshîl û sehil dike, em dê bi şeş temsîlan,îşaretî vê nuqteya zehmet bikin. Va ye, heke tu sirrên şeffafiyet, muqa-bele, muwazene, întîzam, tecerrud û îtaetê, bi carekê, gişt di zihnaxwe de karibî bi hev re bikelijînî, tu bê weswese, vê nuqteyê fêm bikî;nebî tu miqyas bikî. Ew miqyasên qels û piçûçik ên wan mumkînatênneçar, ji teserrufa Qadirê Ezelî re nikarin bibin şebîh/dirûv û nabe kudirûvê wan pê bikeve. Tenê, fêma îmkana vî karûbarî hêsa dike.   Temsîla Pêşî: Tîmsala ku feyza tecelliya rojê ye, li ser temamê rûyêbehrê, di dilopa behrê de, heman huwiyetê nîşan dide. Kureya erdê,bê perde, heke ji wan parçeyên camê yên cûr bi cûr be, tîmsala rojê, diher yek ji wan parçeyan de û li ser temamê rûyê erdê, bê tengahî, bêtecezzî, bê kêmahî, dibe yek. Ha sirrê şeffafiyetê. Em ferz bikin, hekeroj, xwedî îrade bûya, di wê feyzê de, yek jê dê bêhtir rehet; ya dî dêbêhtir zehmet nebûya.   Temsîla Duduyan: Heke di destê nuqteya navendî ya daîreyeke ezîma ku ji nuqteyan pêk hatiye de, findek/mûmek hebe û di destê her yekwan nuqteyên dî ku li derdorê hene de, em ferz bikin ku eynik hene,ew feyza ku nuqteya navendî dide wan eynikên derdorê, nîsbeta bêtengahî û bê tecezzî, bê kêmahî, yek e. Ha sirrê muqabeleyê...   Temsîla Sisiyan: Li ser du çavên/kefeyên mêzîneke heqîqî, du roj hebinan jî du stêrk an jî du çiya yan jî du hêk an jî du cewherê ferd hebin,an jî yek ji wan hebe, bi heman qeweta wê, kefeyeke wê mêzîna hessasû mezin, dibe ku derkeve sureyyayê/stêrka ulkerê; ya dî dakeve serayê/erdê. Ha sirrê muwazeneyê...   Temsîla Çaran: Keştiyeke herî mezin, dibe ku mîna pêlîstokekepiçûk, li hev bê wergerandin. Ha sirrê întîzamê...Temsîla Pêncan: Mahiyeteke mucerred, di temamê cuz-ên xwe de,ji yên herî piçûk heta yên herî mezin, bêyî ku biweste, kêmasî bikeû te-cezzî bike, carekê dinihêre û dikevê. Ew xusûsiyetên ku di aliyêteşeyên mulkî de ne, têkil nabin û wê li hev şaşo maşo nakin. Nêrînawê, naguhêrin. Ha ji te re sirrê tecerrudê...   Temsîla Şeşan: Fermandarek, çawa ku bi fermanê “erş” neferekîdixe tevgerê, artêşekê jî dixe liv û tevgerê. Ji her tiştekî re, nuqteyekekemalê heye û mêleke wê ya li ser wê nuqteyê heye. Meyla qat bi qatî,îhtiyac e. Îhtiyacê qat bi qatî jî, îştiyaq/daxwaz e. Îca îştiyaqa qat bi qatî,încîzab/kêşan e. Her yek ji van, ji aliyê mahiyetên emrê tekwînî ve,heb-be û dendikên mînakî ne. Kemala mutleq a mahiyetên mumkînan,wucûda mutleq e. Kemala wê ya xusûsî, ew wucûda wê, xasî bi wê ye

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat