Kitaplar
Dersên Civakî

jiyana xwe di nav zehmetî û zelîliya mezlûmiyê de derbas dikin. Peyremirin tê; wan her duyan jî dike wek hev. Heke ev wekhevî, bê dawîbe, zulûm dixuye. Hal ku hal e, bi şahidiya kaînatê sabit e ku edalet ûhîkmeta Îlahî, pak û paqij e ji zulmê. Îca ji ber xatirê vê yekê, ev edaletû hîkmeta Îlahî, îqtîza û pêdivî dibîne ku ciyekî dî yê lêkombûnê hebe;da ku yên zalim/ê yekê cezayê xwe bibîne; yên mezlûm/dê uduyan jîmukafata xwe bibînin. Bi ser de jî, dadgeheke/mehkemeyeke mezindixwaze ku cûreyê perîşan ê merivahiyê, mîna wê kaînata muntezemku birayê wan ê dî ye, tenzîm bike, bi keys bike û li gor îstîdatên wan,wan bide cezakirin û mukafatkirin; da ku ew edaleta tam, tecellî bike.Ev dunyaya teng, ne musaîd e ku ew îstîdatên bêsînor ên ku di ruhêbeşer de hatiye bicîkirin, bikeve simbilan û vebe. Diyar e ku dê bê şandin,alemeke dî.   Cewherê meriv, mezin e, namzedê ebedê ye. Mahiyeta meriv bala û ‘alî ye.Îca cînayeta wî/wê jî gelek mezin e. Întîzama wî jî girîng e. Dirûvê wî nadewan kaînatên dî. Nabe ku bê întîzam be, nabe ku bê îhmalkirin, beredayî,ebes nabe, bi fenatiya/tunebûna ebedî mehkûm nabe û nikare bireve tunetiyarastîn. Cehennemê devê xwe vekiriye; Cennetê jî ew hemêza xwe ya nazenderîvekiriye û her du li bendê ne dipên.   Mîna van ayetan, wan ayetên dî ku gelek delîlên xweşik di wan dehene, qiyas bike û li ser wan hûr û kûr bifikire. Ha ev deh çavkanî, jiwucûd û hebûna muqtezî/pêdiviyê re, bi awayekî qet’î delîlî dikin.

   MEQAMÊ DUDUYAN: Faîl, muqtedîr e. Di qudretê de noqsan ûkêmasî tuneye. Ezem û esxer, ji wî re yek e. Belê, Qadirekî wisan e kualem, tevî hemû roj, stêrk, awalim, zerrat û cewherên xwe, bi zimanênbêhed, ji ezemet û qudreta wî re şahidî dikin. Ka heqqê ti wehm ûwesweseyê heye gelo ku heşra cismanî, ji wê qudretê re layiq nebîne ûdûrî aqilan bibîne? Li vê derê em tenê vê dibêjin: Tiştê herî zêde/zaf ûherî mezin, tevî tiştê herî besît û herî piçûk, ji qudreta Wî re qet girannaye. 

مَا خَلْقُكُمْ وَلَ بَعْثُكُمْ اِلَّ كَنَفْسٍ وَاحِدَةٍ

   Min ev raz/sir, di Sunûhatê de nivîsandibû. Ji ber xatirê meqamê,va ye li vê derê neqil dikim. Îca qudret, zatî ye, ecz/neçarî, nikarederbasî navê bibe. Têkiliya wê, bi melekûtiyetê re heye. Kelem û bend,nikarin bikevinê. Nîsbeta wê, qanûnî ye. Cuz, bi kullê re wekhev e;cuz-î, dike-ve hukmê kullî.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat