Kitaplar
Dersên Civakî

niha û zemanê bê ye- gişt bi yek carekê dabilîne, dîsan têr nabe. Îcamahiyeta ku di wan ferdên dî de ye, cuz-î, qîmeta wan şexsî, nêrînawan sînorkirî, kemala wan mahsûr, lezzet û elema wan, anî/demdemîye. Îca mahiyeta merivan ku heye, ulwî, qîmeta wan hêja/biha, nêrînawan giştî/’amm, kemala wan bêhed, lezzet û elema wan ji aliyê qismîve daîmî ye. Nexwe ew qiyametên dubareyî ku di gelek cûreyên dî de,gelek caran rûdidin/diqewimin, ji bo merivan, remzek/îşaretek heyeku dê qiyameteke şexsî ya giştî hebe.   Çavkaniya Pêncan: Ew Îstîdatên bêdawî yên di cewherê merivahiyêde û ew qabiliyetên bêhudûd ku di wan îstîdatên wan de hatine bicîkirinû ew meylên bêhed ku ji wan qabiliyetan derdikevin û ew ‘emelênbêdawî ku ji wan meylan dizên û ew fikrên bêdawî û tesewwurên kuji wan ‘emelan diwelidin, destê xwe dirêjî wê seadeta ebedî ya ku dimaweraya/pişta vê alema xuyanî/şehadetê ye, kiriye û wisan berê çavêxwe, dûr û dirêj daye ser aliyê pêş û wisan li wî aliyê kûr dûr dinhêre ûmaye. Hetta heke ji wê pêjna xeyalê ku şairê senetkar ê ruh e, bê gotin:“Dê ji te re imrêkî milyonsalî bê dayîn; lê belê peyre, dawiya te dê bibetunebûn.” Ciyê ku ew xeyal bi awayekî ji kûraniya dilê xwe kêf bike ûli çepikan bide, helbet dê xemgîn bibe. Ev dunyaya ku yek xîzmet-karekîjî têr nake, ka dê bi çi awayî sultanê ruh tetmîn bike. Ha ev meyla seadetaebedî ku qet’î ye, şedîd e û qet ji ciyê xwe nalebite û di hundirê wê fitreta ku qetderewan nake de ye, ji teheqqûqa seadeta ebedî re, hedseke qet’î dide.   Çavkaniya Şeşan: Ew rehmeta wî Sani’ê Zulcel e ku ew, Erhemurrahîmîne. Belê, ew seadeta ebedî ku nîmetê dike nîmet û nîmetê, ji niqmetiyê/ezabê xelas dike û kaînatê jî, ji wan waweylayên ku ji ber wê veqetîna ebedî tênrizgar dike, şana wê rehmetê ye ku ji merivahiyê re bide. Çimkî ew seadetaebedî ku serokê temamê nîmetan e û serê wan û encama wan e, gavaku ji merivahiyê re neye dayîn, temamê nîmetan jî vediguherin niqmetû ezabê. Ev veguherîn jî, lazim dibîne ku meriv, wê rehmeta Îlahî kubi şahidiya temamê kaînatê, bi eşkerahî û zerûrî, muheqqeq e, înkarbike. Hal ku hal e, rehmet, heqîqeteke wisan zêde vekirî ye ku ji rojêjî ronaktir e. Bala xwe bide wan nîmetên muhebbet, eşq û şefqetê kuji cîlweyên rehmetê ne. Heke veqetîna/fîraqa ebedî û hîcrana ku dawîjê re tuneye, bigihîje encamekê, tu dê bibînî ku ew muhebbet, dibemusîbeteke herî mezin û ew şefqet, dibe merezeke herî mezin û aqiljî, dibe belaya herî mezin. Nexwe ji ber ku rehmet, rehmet e, hîcranaebedî, li hember muhebbeta ebedî dernaxe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat