Kitaplar
Dersên Civakî

heta îro, li ser hebûna melekan wan îttîfaq kiriye û taîfeyên însanan,mîna ku di nav hev de danûstendinê dikin, îcma dikin ku ew, bi wan reketine danûstendinê jî û wan ew dîtine û behsa wan dikin. Gelo hemayek ferdek tenê jî ji wan nexuye, hem bîzzerûre, hebûna kesekî yanhebûna hin kesan, bi awayekî qet’î neye zanîn, bi ser de jî, bi awayekîvekirî/aşkerayî, pêjna hebûna wan neke jî, ka qet mimkun e ku li sertiştekî wiha ku musbet e û tim tê qalkirin, îttîfaq bikin? Tevî vê, muhale ku heta ku ew rêgezên/prensîbên zerûrî ku ji îtîqada giştî çê dibin,nebin wehmeke wiha, di nav temamê wan inqilabên merivahiyê de, dieqîdeyên beşerî de, daîmî ciyê xwe bigrin û daîmî bimîne? Ku wisanbe, seneda vê îcmayê, zanîneke wisan qet’î ye ku diniqute dilan û jiwan nîşan û elametên cûr bi cûr derketiye. Îca ew nîşan û elamet ku hene, jiber xatirê dîtina gelek bûyeran derketine holê. Palpiştiya wan bûyeran jî, biawayekî qet’î, hin mebadiyên/prensîbên zerûrî ne. Nexwe, sedem û sersebebêvan îtîqadên giştî ew e ku tewatirên manewî, gelek bi qewet in û vê wisanîfade dikin û gelek caran hatine dîtin û ji wan dustûrên zerûrî û asasên qet’îne. Hal ku hal e, wucûda tek yek ruhaniyekî, di tek yek demekê de teheqqûqbike, ev cûre sinifên cûr bi cûr, teheqqûq dikin. Madem ev cûre teheqqûq dike,ehsentir, maqûltir û meqbûltirînê van sûretê teheqqûqan, ew e ku şerîet wêşerh dike. Rasterast bi wî awayî ye ku Qur’an wê tarîf dike. Bi wî awayî ye kuSahibê Mîracê, (e.s.w) ew dîtiye.   Va ye medxel/destpêk, bi tevî çar nukteyên xwe qediya. Heke hetavê derê, tu bi qelbê xwe derketibî, îca ji bo dîtina heqîqetên meqsedan,xwe amade bike, xwe tahir bigre. Va ye deriyên alema Qur’anê vekirîne. Ha Cenneta Furqan, deriyên wê vekirî ne, bikevê, binihêre, tê de,baş melekan bibîne, tu û wan hev û dî nas bikin. Di sûreyê Qedrê de

تَنَزَّلُ الْمَلٰئِكَةُ وَالرُّوحُ فِيهَا بِاِذْنِ رَبِّهِمْ

Hem

عَلَيْهَا مَلٰئِكَةٌ غِلَظٌ شِدَادٌ لَ يَعْصُونَ اللهَ مَا اَمَرَهُمْ وَيَفْعَلُونَ مَا يؤُْمَرُونَ

Hem

سُبْحَانَهُ بَلْ عِبَادٌ مُكْرَمُونَ * لَ يَسْبِقُونَهُ بِالْقَوْلِ وَهُمْ بِاَمْرِهِ يَعْمَلُونَ

     Hem dixwazî bikeve hundirê vî sûreyê

قُلْ اُوحِىَ اِلَىَّ اَنَّهُ اسْتَمَعَ نَفَرٌ مِنَ الْجِنِّ

  û bi cinan re hevdîtin pêk bîne. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat