Kitaplar
Dersên Civakî

   Nûranî jî dikarin li şemsê bijîn, çawa ku masî, di avê dedijî. Madem qudreta ezelî, ji maddeyekî herî edna û herî kesîf, xwedîruhan,ruhbaberan dixuluqîne, helbet wan maddeyên letîf ên herikbar ku herî zêdeew, mîna esîrê, nêzî ruh in, îhmal nake, wan mirî nahêle.Temsîl: Yê ku melekan û ruhaniyan qebûl nake, dişibe merivekî kovîû wehşî ku diçe bajarekî mezin ê medenî û muhteşem. Li koşeyekî dûrê bajêr, rastî xaniyekî pîs, perîşan, piçûk tê ku bi merivên sefîl tije ye.Der û dora xanî jî, bi ruhbaberan dagirtî ye. Mercên jiyanî yên li gorwan hene ku hin ji wan, giyaxwur in; hinekî wan jî, masîxwur in. Peyrebi hezaran qesrên bilind, ji dûr, jê ve dixuyên ku di navbera wan deciyên/meydanên fireh ên ger û seyranê hene. Ji ber ku ji dûr ve li wandinihêre û bînahiya çavên wî kêm e û însanên li wan deran jî, jê re nepenîne û ji wî ve naxuyên û ew şert û mercên jiyanê ku li vê derê têndîtin, di wan qesran de nabîne, ew merivê biyanî îtîqad dike ew qesrênwê derê, ji nişteciyan/şêniyan xalî ne.   Hem dirûvê wî zatê ku melekan tesdîq dike û hevalê wî merivê bedewîye, dide merivekî nîv-bedewî, gava ku çav bi vî xaniyê biçûk ûheqîr dikeve û dibîne ku bi ruhbaberan dagirtî ye û gava wê întîzamabajêr a ji îrade û hîkmetê re delîltî dike dibîne, bi awayekî bêgumanbawer dike ku di wan qesrên xemilandî de, şênî û nişteciyên ku munasibêwan in hene û li gor wan in û şert û mercên wan ên jiyanî jî, xasî bitaybetiyên wan in. Îca ew şênî ku naxuyên jî, yan ji ber dûriyê ye, yan jiber bêqabiliyeta çav e, yan jî ji ber tesettura wan e. Lewra heke ew şênînexuyên jî, ev ji tunetiya wan re nikare bibe delîl. Nexuyabûnî, ji nemewcûdiyêre nabe delîl. Nexwe digel ku kureya erdê, ew qas heqîr û kesîfe jî, dîsa welatê ew qas ruhbaberan e û ew beşên wê yên herî bêqîmet, hettaew beşên wê yên genî jî, yekcaran ji jiyanê re dibin kan û çavkanî. Hem serêpêşî, ew qiyasa veşartî ya ku dinuqute dilan û li ser bingeha pîr û pergalekeberdewamî ye, bi wê qiyasa ewwilî ya ku li ser qiyasa nepenî ya dilan hatiyeavakirin, delîltî dike ku ev fezaya ku wê ne serî ye, ne jî dawî ye, tevî wan burcû nucûmên/stêrkên xwe, bi wan ruhbaberên xwedîşuûr dagirtî ye. Ji wanxwedanruhên ku ji nûr, nar û maddeyên letîf ên herikbar hatine xuluqandinre, şerîet, dibêje “me-laîke” û “cann”. Melaîke ku hene, cinsên cûr bi cûr in.Cin jî wisan...

   Nukteya Sisiyan: Temamê wan kesên aqilmend, digel ku di rêyaşîrovekirinê de cihêrengî difikirin jî, wan bi awayê îcmaya manewî,li hev kiriye ku wate û wucûda heqîqeta melekan heye. HettaMeşşaiyyûnan/rêwendakiriyan, gotiye ku melek, di nav cûreyan de,

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat