mewcûdan e û sedem e ku cuz dike kull, belkî ji bo ku hê mezintir bikeû kullê, di cuzê de bi cî bike û wan bi hev re bike şirîk û îttîhadê bixenava wan, ji kemilîna mewcûdan re dibe wesîle. Jiyan, di kesretê de,ji awayekî ve tecelliya wehdetê ye. Mêze bike, cismekî bê-jiyan, hekemîna çiya be jî, êtîm e, munferîd e, bi tena serê xwe ye, xerîb e. Têkiliyawî tiştî, tenê bi wî mekanê wî re û bi wan tiştên ku tevlî wî dibin reheye. Wekî dî çi jî hebin, ji bo wî, ne mewcûd in. A niha binihêre, gava ku jiyan dikeve cismekî piçûçik, mesela gavadikeve mêşa hingiv, bi temamê kaînatê re munasebeteke wisan çê dikeku bi temamê taîfeyên xwe, bazirganiyeke wisan eqd/peyman dike ûli dar dixe ku dikare bibêje: “Alem, baxçeyê min e; roja min dibiriqe.”Bi wan deh hestên xwe yên ku saîqe/sewqîkar û şaîqe/şewqîkar in, bipi-raniya cûreyên dunyayê re dest bi îhtîsas, dostanî, danûstendin ûteser-rufê dike. Mêze, jiyan, gava her ku ber bi tebeqeyên însanî ve (berjor) derdikeve,wisan berfireh dibe, li hev vedibe û ronî dibe ku bi roniya aqil,mîna ku li wan odeyên menzîlên xwe digere, wisan jî li wan alemênulwî/qedrbilind, ruhî û cismanî digere. Çawa ku bi mêvanî diçe wanaleman, ew bi xwe jî, li eynika ruhê wî, dibin mêvan. Jiyan, delîlekî herîronîdar û nîmetekî herî mezin ê Zatê Zulcelal e û tecelliya merhemeta wî ye ûneqşekî wî yê wisan zêde nezîh û herî xefî û deqîq e ku naye zanîn.Binihêre, ew jiyana nebatan ku di nav cûreyên jiyanê de ya herîedna ye û ew şiyarbûna bişkoka jiyana wî dendikê wan ku di dereceyapêşî ya jiyana nebatan de ye, digel ku ew qas zahir, pir, bol û biulfet e jî, ji zemanê Adem ve, li ber çavê hîkmetê merivahiyê nepenîmaye û heqîqeta wan nehatiye vedîtin û keşfkirin. Hem ew qas nezîhe ku di nav wî û destê qudretê de, sebebên zahirî hatine danîn. Çimkîdu aliyên wî yên mulk û melekûtî, (tim) paqij, pak û şeffaf in. Qedrêîzzeta qudretê ku raserî wan karûbarên bêqîmet e, bi awayê bêperde,di nêrîna zahirî de, têkilî wan nabe û dixwaze ku tenê, di hêla mulkde, ew sebebên zahirî, di tiştên dî de hebin; lê belê di vê de naxwaze.Hetta meriv dikare bibêje: Heke ne ji jiyanê be, wucûd, ne wucûd e.Jiyan, ronahiya ruh e. Madem jiyan ev qas hêja ye, madem di alemê de întîzameke kamilheye, îttîqan û îtîqadeke zexm û pêt jî heye. Madem ev kureya me yabêçare û perîşan, bi ev qas xwedîruhan hatiye tijekirin, diyar e ku biîdrakeke sadiq, tê hukumkirin ku di van qesrên esmanî de û di vanburcên bilind de, sakinên wan ên ku li gorî wan in hene. Nar, nûrê naşewitîne.