Kitaplar
Dersên Civakî

û ew eşqa Îlahî ku qat bi qatê îştiyaqê ye, daîma wî sewqî marîfetaZulce-lal dike. Ew încîzab û cezbeya ku di vî fitretî de ye, bi xêra cezbaheqîqeteke cazîbedar e.   Piştî ku tu bi van nukteyan dizanî, êdî serî li wî wicdanê ku delîlêsubjektîf e bide. Tu dê bibînî ku dil, di eqtarê bedenê de jiyanê belavdike û ew marîfeta Sani’ ku di dilan de ye, bişkoka jiyanê ye û biwan ‘emel û qabiliyetên bêsînor ên nava meriv ku li gelek milan belavbûne re li hev dike û jiyanê di wan de neşir dike. Lezzetê davêje navawan û wan dike “hêja” û wan fireh û dirêj dike. Va ye nuqteya îstîmdadê/alîkarîxwestinê. Li hember wan bi hezaran musîbet û tengahiyênalemê ku di wê meydana zehmetî, şer û pevçûnan de, êrîşî merivandikin, tekane/yekane ciyê palpiştî û piştrastiyê, dîsa jî marîfeta Sani’ e.   Belê, heke meriv îtîqad bi Sani’ekî Hekîm ê ku her tiştî bi hîkmet ûîntîzamê çê dike neyne û bi ser de jî heke meriv vî hewaleyî tesadufanbike û heke meriv li hember wan belayan, bifikire û biponije kuqudreta meriv, têra wan nake, helbet bivê nevê, meriv dê biveciniqeû bikeve dehşetan û meriv dê fikaran bike û meriv dê bikeve rewşekewisan ku ji ber tirs û fikaran, xwe di rewşeke mîna rewşa navacehennemê de bibîne û dê kezeb û gurçik li merivan biperitin. Îca ewku heye, pêwist dibîne ku ruhê meriv, -ku eşref û ehsenê mexlûqane-, ji her tiştî perîşantir bibe. Jixwe ev jî, dijberê wê nîzama ekmel e kudi întîzama kamil a kaînatê de heye. Ev nuqteya îstîmdadê û nuqteyaîstînadê ku ev qas di nîzama alemê de hakimferman e, ji ber ku xassêmunxesir ê nefsa heqîqeta karûbaran bi xwe ye, di van her du nuqteyênku di her wicdanî de hene de, marîfeta Sani’ê Zulcelal, daîma di dilêmerivan de dide tecellîkirin. Heke aqil çavê xwe bigre jî, çavê wicdan,daîma vekirî ye. Sani’ê Zulcelal, çawa ku bi şahidiya qet’î ya van çardelîlên ezîm, Wacîbul Wucûd, Ezelî, Wahid, Ehed, Ferd, Semed, Elîm,Qedîr, Murîd, Semî’, Besîr, Mutekellîm, Heyy û Qeyyûm e, pê re jî, bitemamê wan sifetên celalî û ce-malî, wesifandî ye. Lewra îqrarkirî ye ûtê qebûlkirin ku ew feyza kemala ku di mesnûyan de heye, ji tecelliyasiya Sani’ hatiye îqtîbaskirin/girtin. Nexwe di kaînatê de çi qas husnacemalê û kemal hebe, ji hemûyan, di dereceya bêsînor de, di tebeqeyabilind de, bi wan wesfên cemalî û kemalî yên Sani’ê Zulcelal, hatinewesifandin. Çimkî, çawa ku îhsan, şax û delîla serwetê ye; îca îcadjî, şax û delîla wucûdê ye; îcab, şax û delîla wucûbê ye; tehsîn, şaxû delîla husnê ye, tenwîr, şax û delîla nûrê ye, temamê wan kemal ûcemalên ku di kaînatê de hene, ji kemal û cemala Sani’ê Zulcelal re,her yek ji wan, siya siyê ye û delîl e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat