Kitaplar
Dersên Civakî

   Zid ku hene, digihîjin wê derê. Kirêt dibe, şer dibe, heqîr dibe,ezîm dibe... Îla axir. Sedem, ji vî aliyî ve hene. Îzhara ezemetê û îzzetaqudretê, wisa dixwaze.   Aliyê duduyan, aliyê melekûtiyetê/havênê ye, mîna wî aliyê şeffafê eynikê. Ev alî, di her tiştî de xweşik e. Di vî aliyî de, tesîra sedemantuneye. Wehdet, wisan dixwaze. Hetta ji ber ku her du aliyên jiyan,ruh, nûr û wucûdê şeffaf û xweşik in, ji aliyê mulkî û melekûtî ve, biawayekî bênavgînî, ji destê qudretê derdikevin.

   DELÎLÊ ÇARAN   Ew fitreta xwedîşuûran e ku jê re wicdanê beşer tê gotin. Di vî delîlîde, Çar Nukteyan li ber çavan bigre.   A pêşî: Fitret, derew nake. Mesela, ew meyla zîldanê ku di dendikekêde ye, dibêje ku: “Ez dê zîl bidim, bikevim simbilan û ez dê meyweyanbidim.” Rast dibêje. Mesela, di hêkê de meyla jiyanê heye, dibêje ku:“Ez dê bibim çîçik.” Bi îzna Ellah dibe. Rast dibêje. Mesela, çengek av,bi cemed(bûy)înê, mêla xwe dide ser firehbûnê û dibêje: “Ez dê zêdecî bigrim.” Hesinê metîn jî, nikare wê li derewê derîne. Rastiya peyvawê, hesin parçe dike. Ha ev meylên han, ew cîlwe û tecelliyên wanqanûnan in ku li ser xuluqandina karûbaran in û ji îradeya Îlahî tên.   A duduyan: Di meriv de, ji xeynî wan pênc hestên hundirîn û derve,gelek pace hene ku bi aliyê alema xeybê ve vedibin. Gelek hîs û pêjnênmeriv ên bêşuûr hene. Çawa ku hesta bihîstinê, dîtinê, û tehmki-rinê/zewqkirinê heye, pêjneke şeşan ku berê meriv dide aliyê rastê he-ye.Hem jî, pêjneke heftan a ku şewqê dide merivan heye. Ew şewq ûsewq, derew nake, nikare xelet biçe.   A sisiyan: Tiştekî bêesil ku bê bingeh be, nikare ji heqîqeta xaricîre bibe destpêk. Di fitreta wicdan de, ciyê xwespartinê û nuqteyahawarxwestinê, du heqîqetên zerûrî ne. Safweta xulqiyetê û xulqiyetaherî mukerrem, ruhê merivan e, îca gava ku ev her du nuqte tunebin, meriv dibe mexlûqekî herî suflî û herî berbad. Hal ku hal e, ewhîkmet, nîzam û kemala ku di kaînatê de ye, vê îhtîmalê redd dike.   A çaran: Heke aqil, fonksiyona xwe wenda jî bike, nêrîna xwe îhmalbike, dîsa wicdan, Sani’ê xwe jibîra nake. Heke nefsa xwe jî înkar ûmandel bike, Wî dibîne, li Wî difikire. Berê wî, li Wî ye. Heds/sezgî,-jixwe ev, sûreteke wisan a guherînê ye ku mîna ye brûskê- daîma wîdixe tevgerê. Îca ew îlham ku qat bi qatê hedsê ye, daîma wî ronî dike.Îca ew arzû ku qat bi qatê meylan e û îştiyaq ku qat bi qatê arzûyê ye

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat