A çaran û ya herî pêşî: Ev, digel ku belaxeta qedrbilind a Qur’anêîlan dike, tevî vê yekê, îca ev, ew mîraca Qur’anî ye ku ji aliyê wê mezinahiyaîfadeya xwe ve, ji hemûyan zaftir dibiriqe û ji hêla îstîqametêve, ya herî kurt e û ji aliyê zelaliyê ve, ji bo merivahiyê, ji hemûyanşamiltir e. Hem ji bo ku meriv derkeve wî erşî, çar navgîn hene: Îlham, talîm,tas-fiye, lênêrîna fikrî. Terîqa Qur’anî, du cûre ye: A pêşî: Delîlê înayet û xayetê ye ku temamê wan ayetên Qur’anê kubehsa hejmartina menfîetên tiştan dikin, bi vî delîlî dibin û vî burhanîtenzîm dikin. Kurtebirî û havênê vî delîlî, di nîzama ekmel a kaînatêde ew saxlemiya sin’et û ew liberçavgirtina feyde û hîkmetan e. Haev ku heye, qesd û hîkmeta Sani’ îsbat dike û wehma tesadufê, ji holênefî/redd dike. Çimkî pêt û zexmî, bê îrade pêk naye. Belê, temamêwan şaxên zanistê ku li ser xulqiyeta kaînatê ne, şahidê nîzamê ne.Ew mesalih û fêkiyên ku di xelqeyên wan sîlsîleyên mewcûdan de hatinedaleqandin, qet nabe ku di nava wan înqilabên halan de û di navbişkokên wan de bên veşartin. Ew şaxên zanistê ku hîkmet û faydeyannîşan didin, bi awayekî qet’î ji qesd û hîkmetê Sani’ re şahidî dikin. Jidirêjahiya vê hevokê: Zanista heywanan/zoolojî û zanista nebatan/botanîk, bi lêkolînênxwe, şahidî dikin ku: Her yek ji wan destpêkên ku di hukmê bav û kalênmezin ên wan cûreyan de ne, ji du sed hezarî zêdetir in, peyre çê bûneû ne ezelî ne. Îca qanûn, digel ku ne li ser bingeha eslekî ne û îtîbarî ne,ew sedemên siruştî jî, bê çav û bê şuûr in, qabiliyeta wan tuneye ku vansîlsîleyên heyretdêr û van her yek makîneyên ecêb ên Îlahî ku merivdixin heyret û dehşetê û ji sîlsîleyên dî pêk tên, îcad û înşa bikin. Bi vîawayê xwe, ew her yek ferdek û her yek cûreyek, bi tena serê xwe, bixwe jî îlan û îzhar dikin ku ji destê qudreta Sani’ê Hekîm derketine. Qur’ana Kerîm dibêje:
فَارْجِعِ الْبَصَرَ هَلْ تَرَى مِنْ فُطُورٍ
Di Qur’anê de,delîlê înayetê, bi awayê herî mukemmel ê bi terzê mumkin heye. Qur’an, çawa ku ferman dike ku bi tefekkurî li kaînatê bête nihêrtin,di pey wan ayetên ku behsa feydeyên wan dike û piştî ku nîmetan dijmêre,di wan navberên wan de û di dawiyên wan de, ji bo ku hewaleyîaqilan bike û ji bo ku sewq bike ku aqilan bi wicdanê bide muşawerekirin,di zîhnan de, delîlên înayetî yên mîna