Kitaplar
Dersên Civakî

   Hem gava ku ew cursûmeya/dendikapiçûk ku kana jiyana dareke gelek mukemmel a meywedar e, tunebe, yan jî gava ku koka wê riziyabe, fêkî nade. Di guliyên vî delîlê mede, ew qas zêde meyweyên heq û heqîqetê hene û ew qas rast e kuşik û şubhe nahêle. Îca ew meseleya tewhîdê ku di cursûmeya wê deheye, heq û heqîqeteke wîsan qewî û rast di nav xwe de dihewîne ku tiwehm û gumanê nahêle. Hem ew şaxê vî delîlê ku li ser wan hukmênku bi aliyê alema xuyanî ve xwar bûye, ji ber ku bi temamî sidq, heqû heqîqet e, ew guliyê wê yê mezin ê ku ji mecbûrî dirêjî aliyê alemaxeybê bûye û derbarê tewhîd û xeybê de ye, dîsan, bi wan heqîqetênsabit, meywedar e.   Hem gava ku ev delîl, bi awayekî kûr bête risimandin, dê bête famkirin,ew zatê ku wê nîşan dide, di wê meseleya tewhîda ku encama wêye de, ew qas bi/ji xwe bawer e ku di ti aliyê wî de, pêjna ti şaîbeyeketereddudê naye kirin. Hem bi temamê îsrar û hêza beyana xwe, wêencamê, ji temamê heqîqetan re dike asas û dike ku ew bibe zerûrîû ji aliyê her kesî ve bête qebûlkirin û lê dike. û tiştên dî jî, li wê îrca/vegeriyayî dike. Îca ew qeweta şedîd ku mîna ye riknê wê, nabe kusun’î be. Bi ser de jî, ew mohra î’cazê ku li serê ye, her agahiyên wî,tesdîq dike. Ji tezkiyeyê re pêdivî nahêle. Wisan e, mîna ku agahiyênwî, bi şexsê nefsa xwe, ji wan karûbarên sabit be. Belê, şeş aliyên vîdelîlê munewwer hene û gişt şeffaf in. Li ser wî, î’caz, di bin de mentîqû delîl, li rastê wî, aqilê îstîntaq/axifgêr, li çepê wî, wicdanê îstîşhad/şahidvan, li pêşiya wî û di hedefa wî de, xêr û seadet heye û ciyê wêyê palpiştiyê, wehiy bi xwe ye. De ka gelo çi heddê wehmê heye kukaribe bikevê?   Şêwaza wan mîracên ku dirêjî wan kemalên ku navê wan marîfeta   Sani e, çar in:   A pêşî: Rêbaza wan lêkoler û pisporên sofî ye ku li ser bingeha tesfiyeû îşreqê (ji dilan re hatina wateyan) hatiye damezrandin.   A duduyan: Rêya wan kelamvanan e ku li ser bingeha îmkan ûqebûlkirina wan bûyeran e ku tê qebûlkirin ku ev bûyer, ne ezelî ne ûpeyre pêk hatine.   Ev her du esil, her çendî ji Qur’anê derketine û dabeşî şaxan bûne,lakîn fikra beşer, ji ber ku bi awayekî dî ji rewşekê dikeve rewşeke dî,dirêj û dijwar bûye. Ji wehman, parastî nemaye.   A sisiyan: Ew mesleka/rêya fîlozofan e ku di nav şik û gumanan de fetisiye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat