mîna Elman, ji wê qam, bejn û bala qabiliyetên me re, dê kurt bê yan jî dirêj. Çimkî ast û sewiyeya me, ne yek e. Dustûrekî zemanê berê yê tibbê ye ku her nexweşîn, bi wan tiştên ku dijberî wan e tên dermankirin û tedawîkirin.
Ji ber vê yekê, ew jehrên îstîbdadê ku li mîzaca îttîhada gel nayên, diviya ku bi îstîdat û qabiliyetan bihata dermankirin û ew meyla veqetînê ku merez û nexweşînek e, diviya ku ji holê bihata rakirin û rawestandin; lê belê ev nehat kirin û ji ber fikra adema merkeziyetê yan jî, ew komeleyên siyasî ku biraziyên adema merkeziyetê ne û ne di nav geremolê de ne, ji bo ku sîrayet bike û belavî her derî bike, jê re neqeb û menfezan veke, ev dijberê wan qaydeyên hîkmet û tibbê ne. Bidestxistina wê serketin û wê zafera wî dehayê mucessem/cisimgirtî ê mezin, divê ku ew hurriyeta mezin be ku xweşî ye û îttîhada gel be; îca gava ku li hember vê, îftîraq û jihevveqetîneke wiha ku guneyekî gelek mezin e, bibe dawiya vê pêvajoyê û ew nîjadperestiya ku berî sêzdeh esran miriye, heke ji nû ve bê zindîkirin û bi vî awayî jî, fitne bê şiyarkirin û raweşandin, xweş diyar e ku ew cennet û baxçeyên ku li qada îstîqbalê, ciyê seadeta me ya Asyayê ye, dê wergere Cehennemê. Îca ez, ev qet li hemiyet û wê şexsiyeta wan a mezin, nayê. Şîroveya wê xweş e, ji aliyê fikrê ve em dikarin bi aqilê xwe jê fam bikin; çi heye ku em bi qabiliyetên xwe, nikarin ji aliyê ‘emelî ve vê tetbîq bikin. Ji bo tetbîqkirin û pêkanîna vê, pêdivî bi demeke gelek zêde heye.
Em ku piranî ne, em muwehhîd in û di nav yekîtiyê de ne; çawa ku em berpirsiyarê tewhîd û hevgirtinê ne, em bi muhebbeta millî jî wezîfedar in ku em îttîhadê pê saz bikin. Heke unsûrî/milliyetî lazim be, ji bo me Îslamiyet bes e.
Seîd