Kitaplar
Dersên Civakî

   Pirs: Çi ne ev sirûşt/tebîet, qanûn û hêz ku ew, xwe bi wan dixapînin?   Bersiv: Tebîet, şerîeteke/qanûnekî mezin a Îlahî ye ku wan kirin ûkarên hêman û azayên wê bedena xulqiyetê ku jê re alema xuyanî/şehadetê tê gotin, dixe bin rebt û întîzamê. Va ye ev şerîeta fitrî yeku bi navê sunnetullah û tebîetê/siruştê hatiye binavkirin. Ji mecmû/komînek û encama wan qanûnên îtîbarî ku di xulqiyeta kaînatê de carîne, pêk tê. Îca her yek ji wan tiştên ku ji wan re hêz tê gotin, ji vê şerîetêre, hukmek e. Û her yek ji wan tiştên ku ji wan re qanûn tê gotin, meseleyekevê şerîetê ye. Lê belê, ji ber ku ew hukmên di wê şerîetê dewisan bi awayekî yeknesak dewam dike, wehm û xeyalê lê muselletdike û zorê dide wê û mîna wê siruşta hewayî ku naye dîtin, dikeverewşa organ û azayan û dibe cismî û dixuye û bi vî awayî, ji awayêhebûna xaricî û ji xeyalê ketiye sûretê heqîqetê. Ji ber wê îstîda-ta/qabiliyetabêbereket a nefsan ku ew, xeyalê di sûretê heqîqetê de dibîneû nîşan dide, siruştê, xwe li wê helwesta ku xwedî karîgerî ye û faîlêtesîrê ye daniye.   Hal ku hal e, bi ti awayî, ti têkiliya vê siruşta bêçav û bêşuûr, bi wêçavdêriya heqîqetê re tuneye ku dilan îqna bike û xwe, bi fikrê bideecibandin û bi heqîqetê re dostanî bike. Digel vê yekê û digel ku bi tiawayî qabiliyeta wê tuneye ku bibe mesder jî, sirf ji ber wê zorpêdayînaku Sani’ mandel bike, hatiye xeyalkirin ku ew berhemên muhteşem ênqudreta ezelî ku fikran li hember xwe dixin nava heyretê, ji siruştê/xwezayê derketine û sadir bûne.   Hal ku hal e, siruşt/tebîet, metbeeyeke mîsalî ye; ne ew e ku tebi’ dike;neqş e, ne neqqaş e; qabil e, ne faîl e; mister/cetwel e, ne mesder e;nîzam e, ne nazim e; qanûn e, ne qudret e; şerîeta îradî ye, ne heqîqeta xaricî ye.Şerîeta Îlahî, dudu ye:   A pêşî: Ew şerîet e ku ji sifeta kelam tê û wan fîîlên meriv ên ku biîradeya meriv re girêdayî ne tenzîm dike.   A duduyan: Ew şerîeta fitrî ye ku ji sifeta îradeyê tê û bi navê wanqanûnên tekwînî tê binavkirin û encama temamê wan qanûnên adetullahe ku di kaînatê de carî dibin. Şerîeta pêşî, çawa ku ji wan qanûnêneqlî pêk dihat, ev şerîeta duduyan ku jê re siruşt tê gotin jî, ji komîneka/mecmûya wan qanûnên îtîbarî pêk tê. Ew jî ku hene, ne xwediyêwê tesîr/karîgerî û îcadê ne ku ew, tenê taybetiyên sifeta qudretê ne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat