Kitaplar
Dersên Civakî

   Di heyeta mecmûeya vê kitêbê de, nîzameke wisan dibiriqeku pergalçêkerê wê, mîna rojê tê de tecellî dike. Di telîfa vê kitêbakaînata ku her kelîmeyeke wê, her herfa wê, mu’cîzeyeke qudretê yede, î’cazeke wisan heye ku her yek ji wan temamê sedemên tebîî, wekeferza muhal, bibin xwedî îrade, dîsa jî bi neçariyeke tam, li hember wêî’cazê, dê biçin secdeyê û dê bibêjin

سُبْحَانَكَ لَ قُدْرَةَ لَنَا إِنَّكَ أَنْتَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ

   Her yek kelîmeyeke wê, bitemamê kelîmeyên wê re munasebetdar e û her herfa wê, nemaze herfekewê ya xwedîheyat, wisan e ku gelek rûyên wê hene û li her hevokêdinihêre û ew qas çavên wê hene ku li temamê hevokan mêze dike.Îca di vê kitêbê de, hevgirtin û pîr û pergaleke wisan heye ku di navxwe de palpiştiya xwe dike û qeweta xwe dike qato qato. Ha ji bervê yekê, ji bo îcadkirina yek nuqteyeke wê, qudreteke wisan zêde bêdawî lazim e ku êdî karibe temamê kaînatê pê îcad bike. Nexwe yê kuçavê kelmêşê xuluqandiye, eynî wî bi xwe roj jî afirandiye. Yê ku mîdeyê kêçêtenzîm kiriye, dîsa eynî ew e ku wî menzûmeya /sîstema rojê tenzîm kiriye.   Serî li sirrê ayeta

مَا خَلْقُكُمْ وَلَ بَعْثُكُمْ اِلَّ كَنَفْسٍ وَاحِدَةٍ

 ku di rûpelê nehanê Sunûhatê de heye. Hema tenê mêşa hingiv ku kelîmeyeke piçûk a vêkitêbê ye bibîne; bê ka çawa şehdê şahidiyê ku hingiv e, ji zimanê wêmu’cîzeya qudretê diherike. Yan jî ew heywanên hûr ku masîkok in ûxaleke vê kitêbê ne û gava ku bi mercekê li wan tê nihêrtin tên dîtin.Baş bala xwe bidê! Bibîne bê ka mîsaleke piçûk a çawa mu’cîznameû heyretfeza ya kaînatê ye. Sûreyê Yasîn, çawa ku di sûretê peyvikaYasîn de nivîsandî ye û nuqteyeke bergehdar û şamil a bicezalet ûwecîz e. Kê ew nivîsandibe, kaînatê hemû jî, wî nivîsandiye. Heketu bi awayekî însafî bala xwe bidêy, tu dê bibînî ku di bin vî sûretêpiçûçik ê heywan û heywankokan/mîkroban de, makîneyên hessas ênbêmînak ên Îlahî hene ku bê şuûr in, bê çav in, mecra û ciyê tevgerênwan nayin bisînorkirin û di nav îmkanên wan de, pêşîtî/ewlewiyettuneye û ew jî, bi ti awayî ne îmkan e ku bi îradeya wan sedemên besîtû camid ên tebîî/suriştî hasil bibin.   Heke tu îtîqad bikî ku di her zerreyekê de şuûra hakiman û hîkmetêhekîman û siyaseta padîşahan heye û her zerreyek jî, îca bi zerreyêndî re bê wesîte muxabere dike, ha wê gavê belkî tu karibî nefsa xwe

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat