ÇEND HEB WECÎZE
* Mêrên ku bi hewa û hewesên nefsanî ketine dilqê jinan, bûne sebebku jin bi bêheyatiyê, dikevin dirûvên mêran. * Mereq, seydayê ilmê ye. * Ihtiyac, mamosteyê medeniyetê ye. * Bêhntengî, muelimê sefahetê ye. * Ecz û neçarî, çavkaniya muxalefetê ye. * Jarî û zeîfî, madena qurretiyê ye. * Kompleks/sîxarê nefs, kaniya xurûrê ye. * Hevahengî, bingeha hevkariyê ye. * Wekhevbûn, sebebê dijheviyê ye. * Edaleta bêwekhevî, ne edalet e. * Aqûbeta hub û heziya heram û nameşrû, xelata wê, neyartiya xeddaraneya mehbûb û maşûqê ye. (Têbinî) ***