JI WÊ FIKRA SPEHÎ YA PRENS SEBAHEDDÎN BEG A KU
BI NEBAŞÎ HATIYE FAMKIRIN RE BERSIV
Jiyan, di îttîhadê de ye. Fikra bedewiyekî mîna min, ji ber ku bêhtir nêzî fitreta eslî ye û muhekeme û fikirderxistina wî jî, ji ber ku sirûştî ye, dê ji sun’îtiyê mukemmeltir be. Çawa?
Ew muhebbeta millî ya ku di nav ferdan de ye, mîna wê cazîbeya cuz-î ya di nava zerreyan de, bi wê çêbûna xwe ya encamî, dê wan asasên navendî ku aliyê me yê yekîtiyê ye, weke encam bide. Bi vî awayî, wê îttîhad û wan rabiteyên ku muhebbeta millî pêk tînin, dê zexim û pêt bike û ew ava şaristaniyê jî, di wan mecrayan de dê biherike û dê van hêmanên cihêrengî, bigihîne astekê û wê ahenga tereqqiyê, bi newa û nexmeyeke xweş, di wan guhên hessas ên biyaniyan dedê şingînî bike.
Îca hukûmet, divê ku li gor wan edetên millî ku ji bo her qewmî, qudreta esîl a hebûnê ne û li gor wî zimanê neteweyî û li gor qabiliyeta fikran, dest bi teşebbusan bike. Da ku ew hesta reqabetê ku di hukmê keldûmana wê maşîneya pêşveçûnên şaristaniyê de ye peyde bibe û bike ku pêşbazî, di vê hêlê de dest pê bike. Heke wisan nebe, fikra edema merkeziyetê ku van rabite û mecrayan ji hev ferq bike û nas bike yan jî, ew komeleyên siyasî yên ku pismamên wê ne, -jixwe ji navendîtiyê nefret heye- ji ber wê zordestiyê/îstîbdadê û ji ber wan aliyên şedîd ên navbera gelan û ji ber mezheban, ji nişkan ve dê ew wergerin qeweta ‘enîlmerkezî û gava ku raye bê firehkirin, ji ber coş û kelekela wehşetê, dê di qabê wê de nikaribe bi cî bibe û dê wê perdeya Osmanîtî û meşrûtiyetê, bi kelekela feweranê, di yek carekê de biqelêşe û pêşî, dê bikeve kincê otonomiyê, peyre serxwebûn û peyre jî dê bikeve kirasê dewletikokên biçûk û ji ber wî sedemê hesta reqabet û hevrikiyê, bi alîkariya wê fikra dagirkeriyê ku mehsûlê wehşet û newekheviyê ye, dê têkoşîneke geremolî û tevlihev encam bide.
Ha ji ber vê sedemê, dê bibe guneyekî wisan mezin ku ew qenciyên mezin ên di hurriyetê de, -gava ku bi mêzînên wan menfîetên giştî/ umûmî bê kişandin- dê pê re di heman giraniyê de bimînin, heta belkî ev gune, ji wan girantir jî bê. Lîbasa siyeseta dewleteke medenîbûyî ya