Yahû hûn ketine heriyekê û lewitîne, bi çi aqilî, wêya wek mîsk ûenberê, li ser çavê xwe didin.Va ye behs û beyanên min ên li meclîsa mîsalî ya munewwer a şevêû li civîngeha di royê ya tarî ya dunyewiyan; ne ku ji hişê min herikîne,bilakîs ji dilê min derketine. Dixwazî qebûl bike, dixwazî neke; lê bi wîşertî ku fêm bikî! “Hez dikî hilde, di paşila xwe de veşêre, hezdikî hêrs be û hiddet bike.”***
Pêveka Xewnê
Xewnê, li heccê sukût kir. Lewra ev îhmalkariya derheq hecê ûhîkmeta di wê de, ne ku musîbetê, bilakîs qehr û xezebê, celb kir.Cezayê wê jî, ne ku “kefaretuzzunub/kefareta gunehan” bû, bilakîs“kesaretuzzunûb/zêdebûna gunehan” bû. Ew îhmalkariya siyasetaalî ya Îslamî û îhmala wasiteya mesleheta civakî ya di heccê de kubi taybetî hevnasîn û yekbûna fikran û hevkarî û karbeşiyê pêk tîne;zemînekî wisa amade kir ku dijmin, bi milyonan misilman, di eleyhêÎslamê de bi kar anî. Va ye Hînd, yê ku dijmin zen kiriye û kuştiye, bavê wî ye. Li ber serîrûniştiye û feryad û fîxan dike. Va ye Tatar, Qafqas, yê ku ji bo kuştina wê, hevkarî dikirin, diyawan e. “Bade xerabul Besra/piştî xerabûna Besra yê” fêm dikin. Li berlingê wê, digrîn. Va ye Ereb, bi xeletî birayê xwe yê egîd kuştiye û ji şaşbûna nizanebigrî jî. Va ye Efrîqa, birayê xwe nas nekiriye û kuştiye. Aniha dike qêrîn ûzarîn. Va ye alema Îslamê, bi xafilî û nezanî, alîkariya kuştina lawê xwe yêbayreqdar, kir. Weke dayîkan porê xwe dikêşe û dike ah û fîzar.Bi milyonan ehlê Îslamê, di şûna amadekariya sefera heccê de kusafî xêr e, di dinyayê de, di bin ala neyar de, rêwîtiyên dûr û dirêj kusafî şerr e, bi wan dane kirin
فَاعْتَبِرُوا