Ev yek zulim e. Sirra
اِنَّ الِْنْسَانَ لَظَلُومٌ
nîşan dide. Lewra bi eqsêheywan, hest û meylên însan, fitraten nehatine vesînorkirin. Meylazulumkariyê ya di însan de, bêhed e. Xasma ew xwudxemî xwufikrî,xwudbînî, xwudendîşî û qurretî û înyad a ku şeklên eneyê yên xebîsin, ger tevlî wê meylê bibin, ekberulkebaîr/gunehên herî mezin ên wisaîcad dike ku hê jî beşer jê re nav nedîtî ye. Çawa ku delîlê luzumiyacehennemê ye, her wisa, cezayê wê jî, bes cenehhem bi xwe ye.Mesela: Dema ku yek, ji sifetekî yekî bixeyîde, zulma xwe, teşmîlêşexsê wî yê ku ji yekûna sifatên mesûm pêk hatiye dike û hetta lihezkiriyên wî û hetta hevpîşeyên wî, belav dike. Li hemberî
وَلَ تَزِرُ وَازِرَةٌ وِزْرَ اُخْرَى
ê îsyan û înyad dike. Mesela: Yekî, bi întiqameke muhteris yan jî bi muxalefeteke munteqîm,carekî gotiye ku: “Dê Îslam mexlûb be; dê qelb û naven-da wê,perçe bibe.” Sirf ji bo wê gotina xwe ya bêyom ku ji ruhekî riyakar ûji fikrekî fitnekar derketiye, wek heq û rast bide nîşandanê, perîşanîû mexlûbiyeta Îslamê dixwaze û li çepikan dide. Ji derba dijmin,kêfxweş dibe. Va ye ev çepik û ev kêfxweşiya wî ya xeddar e ku Îslamabirîndar, kiriye halekî bêhal û mewqiyekî muşkîl. Lewra, ew neyarêku xençera xwe, di dil û cîgera Îslamê de daçikandiye, nabêje, “Huşbe!”. Bilakîs dibêje ku “Li çepikan de, kêfxweş be, ji min hez bike!” ûwana wek numûne û mîsal nîşan dide. Va ye ji we re guneh û zulmeke dijwar ku tenê mîzana li heşrê, dikarebikşîne, bipîve.
وَقِسْ عَلَيْهَا
Hate gotin ku: - Mexlûbiyet melûm bû, me dizanibû. Bi zanetî, em avêtin vê be-layê. Min got: - Gelo ev xaye û encama herbê ku di nezera însanên wekHîndembûrgê ecêb de, girtî û veşartî maye, çawa melûm û eyanê weecemî û nezanan dibe? Gelo ew tiştê ku hûn jê re dibêjin fikir, neûzbil-lahdaxwaz û arzû, nebe? Carnan întiqama şexsî ya zalima-ne, rengê fikrê, lidaxwazê dike.