xizmetkarekî qewî mehrûm bike û wihareng di destekî zeîf de û bi hevre bikevin erdê, wê hingê eşkere dibe ku hezî û hubba wî ya ji Qur’anêre, ji bo nefsa wî ye. Belê xizmeta dîn, bi eleqedarî û temayûla bi dîn ve û bi teşwîqa dîndariyêû bi bîrxistina wezîfeyên wan ên dînî, pêk tê. Yan na, ku meriv bêje hûn bêdînin, ev, sewqa wan a bi bal êrîşê ve ye. Dîn, gere di daxîlê de, bi awayekîmenfî û neyînî, neyê bikaranîn. Merivekî ku sî sal xelîfe bû, li ser navêsiyaseta menfî û neyînî, bi zenna îstifadeyê, bi kar anî. Paşê ew ziraraku hate şerîetê, we dît. Gelo di vî zemanî de, yê ku ji fetwayê wansiyasetme-darên menfî û neyênî, îstifade bike, hûn zanin kî ne? Bi min,neyarên Îslamê yên herî dijwar in ku xençera xwe di kezeba Îslamê deçikandi-ne. Gotin: - “Tu muxalifekî “Îttihadê” yê dijwar bûyî. Çima tu niha deng nakî? Min got: - Ji ber şîddeta hucûma dijminan. Qest û hedefa hucûma dijmin a liwan, li qenciyê wan e ku ezm û sebata wan e û ji bo dijminên Îslamê,nebûne wasiteya jehrîdarkirinê.Bi min, rê dudu ne. Wek her du kefeyên mîzanê. Sivikatiya yekê,ji ya din re dibe giranî. Ez şîmaqa xwe, bi Antranîk * re, li Enwer û biVenîzelos re, li Seîd Helîm naxim. Bi min, yê ku lêxe jî, sefîl e. Gotin: - Firqe û partîzanî, ji îcaba meşrûtiyetê ne. Min got: - Ji ber ku di nav me de, lihevrasthatina xet û xêzên fikrî, di şûnadirêjbûna bi mêldariya bi bal hev de, bi awayekî înxîrafane, dûrî hevdiçin; lewma nuqteya lihevrasthatina wan, ne ku li welat, di dinyayêde jî, peyda nabe. Wek hebûn û tunebûnê, hebûna yekî, tunebûna yêdin, îcab dike. Înyad, carna hin mensûbên firqeyên mufrît û muteassib, dike alîgirêbatil û dalaletê. Gava şeytanek alîkariya wî bike, jê re dibêje, “milyakete”, duayê rehmê lê dike. Ger li aliyê din, milyaket bibîne, dibêje,“kincê xwe guherandiye”, lenet lê tîne. Bi nezer û nêrîna suî zan ûhusnî zannê ku wek her du aliyên dûrbînê ne, tişta ku lehdar e, wekeleyhdar dibîne; elametekî zeîf, wek delîl û burhanê, nîşan dide; delîlêjî, wek îşaretekî zeîf, rave dike.