me kiriye, ji dehan, yan jî, ji çilî yekê wî, wek zekatê ji me xwest. Metimatî û çikûsî kir, zulumkarî kir. Ewî jî, wê zekata ku ketibû ser hev,ji me sitend.
اَلْجَزَاءُ مِنْ جِنْسِ الْعَمَلِ
Mukafata me ya pêşin jî ev e ku ji milletekî fasiq û gunehkar, çarmilyonê wî -ku pêncyekê wî ye- derxist dereceya welayetê. Şehadet ûxazîtî, da wan. Û ew musîbeta muşterek a ku ji xetayê muşterek derketibû,gunehê berê, paqij kir. Dîsa yekî got: - Lê ku amîrekî bi xetayê, ew avêtibin felaketê? Min got: - Musîbetzede mukafatê dixwaze. Yan dê qenciyên ewî amîrê xetakar,bidê; ew ji xwe tune. Yan jî dê xezîneya xeybê, bidê. Xelata xezînaxeybê ya di karên awha de jî, dereceya şehîdî û xazîtiyê ye. Min nihêrî meclisê teqdîr kir. Ji ber wê heyecana xwe, ez hişyarbûm. Min dît ku ez di nav xûdanê de mame û destê min serhev e û dinav ciyê xwe de rûniştîme. Ew şev, awha derbas bû.Eynî wê rojê ez bi awayekî pir umîd û hêvîdar, çûme meclîseke dinêya dunyewî. Dunyewiyan gotin: - Çima tu hatî nehatî, xwe ji siyasetê dûr digrî û tevlê nabî? Min got:
أَعُوذُ بِاللهِ مِنَ الشَّيْطَانِ وَالسِّيَاسَةِ
- Belê siyaseta Stenbolê, wek nexweşiyeke Îspanyolê ye. Fikran dixenav herze û hezeyanê. Em ne muteherrîkê bizzat in/hereketa me, nebi serê xwe ye. Em bilwasite hereket dikin. Ewrûpa puf dike. Em li virdilîzin. Ew bi tenwîm û xewariyê, telqîn dike. Em jî wer xeyal dikin kuew ji me tê û wek kerran, eserê telqînatê, di texrîba xwe de, îcra dikin.Madem çavkanî, li Ewrûpayê ye, ew cereyana ku tê, yan menfî û xirabe; yan jî muspet û çê ye. Yên ku dikevin nav cereyana neçê û menfî,wek herfê,
دَلّ عَلَى مَعْنًى فِي نَفْسِ غَيْرِهِ
yan jî
لَ يَدُلُّ عَلَى مَعْنًى فِي نَفْسِهِ
tê terîfkirin. Nexwe, hemû hereketên wî, bîzzat diçe ser hesabê derva. Lewra,