Di jiyanê de, pêş cîdal û têkoşînê ve, dustûra alîkariyê, dipejirîneku şanê wê, yekîtî û hevkarî ye. Di dewsa hewa û hewesê de, hudaye ku şanê wê, geşedana însanî û pêşketina ruhî ye. Hewa û hewesê,dizgîn dike. Di şûna hêsankirin û harkirina hîs û hewesên nefsê yênsuflî, hest û hîssên ezîz û bilind ên ruh, têr û tetmîn dike. Nexwe embi mexlûbiyetê, ketin nav cereyana duduyan ku cereyana mezlûm ûekseriyetê ye. Di yên din de ku ji sedî heyştê mezlûm û feqîr hebin, diÎslamê de, sedî nod e, belkî nod û pênc e. Alema Îslamê di dewsa ku lihemberî vê cereyana duduyan laqeyd û dijber bimîne û him bêpalpiştû bêîstinad bimîne û him keda xwe roda berde û him maruzê îstilawê bibe û biguhere; divê bi aqilane tevbigere û wê bizivirîne bi baltehrekî Îslamî û bike xizmetkarê xwe. Lewra heta ku dijminê dijmin,dijmin bimîne, dost e. Çawa ku heta dostê dijmin, dost bimîne, dijmine. Ev her du cereyan, ji ber ku dijê hev in û hedefên wan dijê hev inû menfîetên wan dij hev in, ku ya ewil bêje: “Bimre!”, dê ya din bêje:“Bijî!”. Menfîeta yekê, çawa ku zirar û îxtîlaf û paşketin û zeîfî û razaname, dixwaze. Herwisa jî menfîeta ya din jî, bivê nevê, quwet ûyektiya me, îcab dike. Neyartiya Rojhilatê ku pêşketin û geşedana Îslamê difetisand, di-temirand;qediya û lazime biqede. Dijminatiya Rojava, sebebê yekîtiyaÎslamê û pêşketina biratiyê ya herî bi bandor e. Divê ber-dewam be. Wê meclîsê, ji nişkê ve elametên tesdîqê nîşan dan. Gotin: - Belê, hêvîdar bin! Di nav vê înqilaba pêşerojê de, dê deng û sedayêherî bilind, dengê Îslamê be! Dîsa yekî pirsî: - Musîbet, encama cînayetê ye; destpêka mukafatê ye. We bi kîjankirinên xwe ve, fetwa da qederê ku hukmê vê musîbetê da. Musîbetaumumî, girêdayî xetayê ekseriyetê ye. Mukafatê we ya aniha çî ye? Min got: - Destpêka wê ev e ku: Ew îhmala me ya sê ruknên Îslamê yênmuhîm... Nimêj, rojî, zekat. Lewra Xaliq Teala ji bîst û çar saetan, tenê sae-tekji me xwest, ji bo pênc wext nimêjê. Me teralî kir. Wî jî, pênc sa-lan, bizor û zehmet û bi telîm û tevger, curekî nimêjê bi me da ki-rinê. Himdi nav salekê de, tenê yek mehek rojî, ji me xwest. Em ber nefsa xweketin. Wek kefaret, pênc sal rojî bi me da girtinê. Û ji wî malê ku îhsanî