Dehê wî, derxistiye seadeta wehmî û xeyalî. Dehê dinê jî, beyne beyne/di navberê de, hîştiye. Seadet ew e ku bibe ya hemiyan yan jî yaexleb û ekser. Lê ev jî, ya eqallê qelîl e/hindikayiya hindik e. Qur’anaku ji beşeriyetê re rehmet e, medeniyeteke wisa qebûl dike ku ji giştanre, qe nebe ji piraniyê re bibe seadet. Him bi tehekkum û zordariyahewa û hewesa serbest, ihtiyacên ku ne zarûrî ne, anîne kirine zarûrî.Merivekî ku di bedewiyet û gundîtiyê de, muhatacê çar tiştan bû,medeniyetê ew kiriye muhtacê sed tiştî û feqîr xistiye. Ji ber ku xebat,têra mesrefê nake, beşer sewqê hîleyê, heramê kiriye û wihareng esasêexlaq xirab kiriye. Her çiqas serwet û haşmet, daye cimaet û millet ûsaziyan, lê ferd, şexs, xistiye nava feqîrtiyê, bêexlaq kiriye. Vê medeniyetê, ew hemû wehşet û hovitiya qirna ewil, di carekî de vereşiya!Gelek balkêş û cayê dîqqetê ye ku alema Îslamê li vê medeniyetê,sar e û xwe jê dûr dikşîne û derheq qebûlkirina wê de, diltengî û bêdiliyênîşan dide. Lewra ew hîdayeta îlahî ya di şerîetê de ku bi xasseyaxweserî û bêminetiyê serbilind û bijarte ye, xwe bi dehaya felsefeyaRomayê nagre, pê mezc nabe, nayê daqultandinê, nabe ta-biyê wê….Roma û Yûnana berê ku du dehayên wan in û digel ku wek hevalcêwîji eslekî çêbûne û tevî ku derbasbûna esr û qirnan, her wiha medeniyetû Xirîstiyaniyê mezca wan kir, dîsa jî wek av û rûn, serxwebûnaxwe muhafeze kirin û ew her du ruh, her wekî te-nasux kiribin, anihajî di dilq û dirûvên cuda de dijîn. Wana yên ku cêwî ne û sebebên wanê mezcê hene, ku mezc û yekwucûd nebin, nûra hîdayetêya ku ruhêşerîetê ye, bi dehaya Romayê re ku bingeh û binyada wê medeniyetareş û tarî ye, qe tu car mezc nabe, nayê daqultandinê Gotin: - Medeniyeta ku di şerîetê de ye, çawa ye? Min got: - Ew medeniyeta ku şerîeta Ehmedî (s.) dihundirîne û ferman dikeku dê ji hilweşîn û xerabûna vê medeniyetê, derkeve û bi pêşkeve- dişûna wan esasên wê yên menfî û xirab de, esasên musbet û çê, datîne.Va ye nuqteya wê ya îstinad û xwesipartinê, li şûna quwwetê de, heqe. Netîceya wê, edalet û hevahengî ye. Hedef û amanca wê, dewsamenfîetê de, fazîlet û camêrî ye ku encama wê, muhebbet û hevhezîye. Ji bo xîm û bingeha yektî û wehdetê -di dêl qewmiyet û milliyetêde- bend û rabita dînî, wetenî, sinifî, esas digre. Encama wê, biratiyaji dil û aştî ye û tenê xweparêzî ye li hemberî êrîşên ku ji derve de, tên.