Me bi mexlûbiyetê, seadeteke ecele
عاجله
û pêşin a demî winda kir;lê seadeteke ecel
آجله
û paşîn a berdewam, li benda me ye. Yê ku vêroja îro ya kurt û bêqerar û mehdûd, bi pêşeroja berfireh re biguherîne,di karê de ye. Ji nişkê ve, ji teref Meclîsê de, hate gotin ku: - Îzah bike! Min got: - Şerê di navbeyna milletan, dewletan de, şûna xwe dide herb ûpevçûna di navbera çîn û tebeqeyên beşeriyetê. Lewra beşer, çawanaxwaze ku bibe esîr û kole, her wisa naxwaze bimîne wek ecîr û palejî. Ger em xalib derketana, dibû ku me xwe bêtir bi destê wê cereyanazulumkar ku di destê dijmin û neyarê me de ye, berda. Hale hale ewcereyana him zordar e, him dijê tebîeta alema Îslamê ye, him eks û dijêmenfîeta piraniya ehlê îmanê ye. Him umrê wê kurt e, berê wê, ber bihilweşîn û hevdaketinê de ye. Ger me xwe bi wê ve bigirta, vêca me yêalema Îslamê sewqî rêyeke wisa bikira ku muxalifê tebîet û fitreta wêbû. Me ji vê medeniyeta qirêj, hew zirar dît. Û ji ber ku di nezera şerîetêde merdûd e û xerabiyên wê, ji qenciyên wê zêdetir e, me dê hîmayeyamedeniyeteke ku bi fetwa mesleheta beşer, nesx û betal bûye û bihişyarbûna mirovahiyê, mehkûmê hilweşînê ye û sefîh û serhişk e ûxedar û manen hov e, li Asyayê deruhte bikira û hilda ser milê xwe. Ji Meclîsê yekî got: - Çima şerîet, redda vê medeniyetê dike? Min got: - Lewra li ser pênc esasên menfî û xirab ava bûye. Nuqteya îstinadû xwesipartina wê, hêz e. Encama wê jî, niheqî û tecawuz e… Amanc ûxayeya wê, menfîet e. Encama wê jî, vegijîn û hevgevizandin e. Dustûrawê ya heyatê, cîdal û dijberî ye. Encama wê jî şer û pevçûn e. Rabiteyawê ya di navbeyna kom û civatan de, irqperestî û milliyetparêziyamenfî û zulumkar e. Encama wê jî, şer û hevxistinek wiha dijwar e.Xizmeta wê ya cazibedar, pêşxistina hewa û hewesan e û têr û tetmînaxwestekan e û hêsankirina daxwazan e. Encama wê hewayê jî ew e kuînsan ji dereceya milyaketiyê, dadixîne derekeya seh û kelbtiyê. Dibesebebê mesx û mehfa manewî ya însan. Ger hundirê van medeniyanberevajî be, pirê wan, dê di dilqê post û eyarê gur û hirç û mar û xinzîrû meymûn de, werin xuyanê. Lewma, vê medeniyeta roja îro, ji sedpayan, heyştê payê beşer, avêtiye nav meşeqet û musîbet û zehmetê.