Bang û Xîtabeyeke Di Xewnê de
Meal û lefzên wê yên ku di hiş de mane, eynî ne.
Di Îlona sala 335 1 de, ez ji ber bêhntengî û bêhêvîtiya bi sebebhedîsên dehr û dewranê, di nav êş û azareke dijwar de bûm. Di nav wêtarîtiya şevereş de, ez li ronahiyekê digeriyam. Min di nav wê hişyariyêde -ku manen xewn e- nedît. Min di xewna sadiq de -ku di heqîqetêde hişyarî ye- tavek dît. Ezê tefsîla wê bidim alî û tenê xalên ku bi mindane gotinê, qeyd bikim. Awha ku: Ez di şeveke înê de, bi xewê ketim alema mîsalê. Yek hat û got ku:- Meclîseke muhteşem ku ji bo muqedderata Îslamê hatiye sazkirin,gazî te dike. Ez çûm… Min dît ku meclîseke munewwer e ku mislê wê, min qetli dinyayê nedîtiye ku di nav de mebûs û wekîlê her esrekê ku ji selefêsalihîn û wekîlên esran pêk tên, hene. Min şerm kir û li ber derî sekinîm. Zatekî ji wana, got ku: - Ey mirovê esra felaket û helaketê! Reya te jî heye. Fikra xwe beyan bike.Ez li piya sekinîm û min got:- Hûn bipirsin, ez cewabê bidim. Yekî got ku: - Dê encama vê mexlûbiyetê çawa be? Ger serkeftin ba, dê çi bûya? Min got: - Musîbet ji ber ku şerrê mehza (şer bi xwe) nîne, çawa ku carnadi seadetê de, felaket çêdibe; her wisa jî, ji felaketê jî, seadet dertê.Felaketa vê dewleta Îslamê ku ji berê de, ji bo îlaya kelîmetullahê ûbo berdewamiya serxwebûna Îslamê, ferza kîfayeya cîhadê daye sermilê xwe û wihareng xwe ji bo fedaya alema Îslama ku yekwucûd e,wezîfedar û ji bo xîlafetê, xwe bayreqtar dibîne, dê bi seadeta pêşe-rojêya alema Îslamê ve, telafî bibe. Lewra vê musîbetê, rûdan û eya-na biratiyaÎslamî ya ku bingeha heyata me ye û ava jîna me ye, bi awayekîxarîqulade bi pêş xist. Ku em diêşin, alema Îslamê, digrî. Gava Ewrûpabêtir biêşîne, dê biqîre. Şayet em bimirin, emê bîst bi-mirin, sêsed saxbin. Em di esra xarîqeyan de ne. Piştî mirina du, sê salî, li meydanê yêku ji nû vedijîn, hene.