Kitaplar
Dersên Civakî

   Ê sisêyan: Min li waizan guhdarî kir. Şîretên wan li min tesîr nekir. Ez fikirîm. Ji bilî dilhişkiya xwe, min sê sedemên dî dîtin:

   Ê yekê: Zemanê îro, didin ber zemanê berê û tenê wê teswîra muddea, bi awayekî ronak û mubalexeyî nîşan didin. Ji bo tesîrkirinê, digel ku diviya muddea îsbat bikirana û li ser rastiyê vekolana, îca ew vê îhmal dikin.

   Ê duduyan: Gava meriv tiştekî teşwîq bike û jê bide tirsandin, bivê nevê meriv qîmeta tiştekî ku hê ji wan ên din girîngtir e, jê dadixîne. Ji ber vê egerê, denge û mêzîna şerîetê naparêzin.

   Ê sisêyan: Ew, wan gotinên ku li gor pêdiviya demê û belaxetê ne û minasibê naskirina nexweşînan in, nabêjin; tu dibêjî qey merivan dikşînin wan quncikên demê û bi wan re dipeyivin.

   Hasilê Kelam: Waizên me yên mezin, divê hem ji wan aliman bin ku bi lêkolînan gihîştine rastiyan; da ku îsbat û îqna bikin. Hem divê xwedî hîkmeteke wisan hûr, kûr û dûr bin ku wê muwazeneya şerîetê xera nekin. Hem divê xwedî belaxeteke wisan bin ku bi rehetî karibin îqna bikin; da ku li gor pêdiviya rewşê û demê karibin gotinan bibêjin û bi mêzîna şerîetê jî bikşînin. Jixwe şert e ku wiha bin.

   Her bijî şerîeta pak û ronak!.. Her bijî edaleta Îlahî!.. Her bijî îttîhada millî!.. Bila bimre îxtîlaf!.. Her bijî muhebbeta millî!.. Bila bimrin ew xerezên şexsî û ew fikrên tolhildanê!.. Bila bijîn ew eskerên ku wêrekiya cisimbûyî ne!.. Bila bijîn ew artêşên ku hêz û qeweta wan, bi çavan tê dîtin!.. Bila bijîn ew cemiyeta wan kesên ku ji hurriyetê re alîgir in ji aqil û tedbîrê re bûne cisim!.. Her bijî xelîfeyê Pêxember ku di wê fikrê de ye ku birînan tedawî û derman bike!

   Hezimkirina wê meyweya dara çiyayîn a Kurdistanê giran e. Îca baş û bi baldarî bicûn; da ku bigibire. Ku ne wisan be ez dê helal nekim. Çawa ku du rojnamevanan peyvên min xera kiribûn, heke hûn jî wisan bixwînin, bila Xwedê bê hawara we. Bêyî ku li çi metnî binihêrim min gotibû. Çi heye ku di her kelîmeyê de amanceke min heye. Baş bala xwe bidinê; da ku hûn nebin meseddeqê,

وَكَمْ مِنْ عَائِبٍ أَمْرًا صَحِيحًا * وَاٰفَتُهُ مِنَ الْفَهْمِ السَّقِيمِ

 wesselam…

Melayê Kurd ê Meşhûr

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat