Kitaplar
Dersên Civakî

   Zeman, nîşan da ku ev meşîxeta Îslamî ku xîlafetê temsil dike, ne xasê bi Osmaniyanû bi Stenbolê tenê ye. Saziyeke ezîz e ku şamilê hemû misilmanan e.Bi vê rewşa xwe ya jar û temirî, ne ku têra alema Îslamê, têra îrşadaStenbolê jî nake. Vêca ew meqama, gere bê rewşeke wisan ku îtimadaalema Îslamê pê çêbe. Him bikeve weziyeteke wisan ku ji ummetê rebibe çavkanî û mesned. Da ku li pêşberî alema Îslamê, wezîfeya xweya dînî bi heqqî pêk bîne.   Em ne di dewra berê de ne. Berê, yê hakim, şexsek tenê bû. Muftiyêewî hakimî jî, wekî wî, dibû ku tenê şexsek bûya. Fikra ewî hakimî,teshîh û têkûz dikir. Lê îro, dewr, dewra cemaetê ye. Hakimê vê dewrêjî, şexsekî manewî ye ku ji ruhê cemaetê pêk tê û gelek hêzdar e ku pêre dilzîzî û diltenikiyeke hindik hebe û weke ku kerr be. Va ye şûra,ewî ruhî temsil dike. Muftiyê hakimekî wiha jî, gere wek wî be; yan jîpêwiste ku şexsekî manewî be ku ji şûrayeke ilmî ya payebilind derketibe.Da ku bikaribe gotina xwe bi wî hakimî bide sehkirinê. Di wannuqteyên ku eleqedariya wan bi dîn ve heye, wî sewqê siratê musteqîmêbike. Wer ne, ku ferdeki dahî be jî, li hemberî şexsê manewî yêcemaetê, qasî kermêşekê ye. Ev meqamê muhim ku awha qels û wezabimînin, bend û girêya heyata Îslamê, dikeve nav xeterê.   Hetta meriv dikare bêje ku ev zêîfiya dîndariya îro û ev sistiya di şeaîrêÎslamî de û belavetiya îçtîhadê, tev ji jarî û qelsiya meşîxetê çêbûyeû derketiye holê. Lewra ferdekî li derva, dê reya xwe ya li hemberîmeşîxeta ku xwe spartiye ferdiyetê, biparêze. Lêbelê şêxulîslamekî kugotina xwe bispêre şûrayeke wiha, welew muc-tehîdekî dahî be jî, yanwê wî ji ictihada wî bigerîne; yan jî dê ictiha-da wî, xasê bi wî, bihêle.Her çiqas her musteîd, dikare îçtihad bike; lê wê hingê îçtîhadawî dibe dustûrê kar û e’mel ku pê re cureyekî îcmayê yan jî tesdîqacumhûr hebe. Bes şêxulîslamekî wiha, manen dikare bibe naîlê sirrekewiha. Çawa ku di şerîeta xerra de, mak û medarê fetwayê, herdem îcma û reya cumhur e; niha jî, ji bo tevliheviya fikr û içtihadan,îhti-yacekî qetî bi mîhengeke wiha, heye.   Sadaret û meşîxet, wek du baskan in. Ev her du perên vê dewletaÎslamê, ger ne wek hev bin, nikare pêşde here. Gava here jî, di nav vêmedeniyeta xirab de, xwe ji muqeddesatê xwe, dişo.Îhtiyac, ustadê her tiştî ye. Îhtiyacekî mezin, bi şûrayeke wiha heye.Ger ev şûra, di merkeza xîlafetê de, neyête sazkirin, bi mecbûrî, dê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat