Kitaplar
Dersên Civakî

   Mesela: Kitêbên şerîetê ku çavkaniyên hukman e, wek melzûmê ne.Qur’an ku delîla wan hukman e, lazim e. Ew qudsiyeta ku wijdanê tînehereketê, lazimê lazimê ye. Ji ber ku cumhur nezera xwe kutaye serkitêban, tenê xeyal meyal lazimê tîne bîra xwe û lazimê lazimê jî pir hindikdifikire. Lewma wijdan hînê laqayîdî û sistiyê dibe û tê de diqerime.Ger di zerûriyatê dînî de, raste rast Qur’an bihata nîşandan, dê hişbi xwe berê întiqalê “qudsiyet” a ku teşwîqdarê pêkanînê û hişyar-kerêwijdanê û lazimê zatî ye, bikira. Wihareng e dê melekeya hesti-yarî ûhessasiyetê bihata qelb û li hemberî hişyarî û bibîrxistina îmanê, awhakerr û asam nedima.   Nexwe kitêbên şerîetê, her çiqas lazim e ku wek camê şeffaf bin, lê bi dewranademê û ji ber xetayê muqellîdan, zeng girtine û bûne perde. Belê, her çiqaslazim e ku ev kitêbana, bibin tefsîra Qur’anê, lê her yeke wê, bi tena serê xwe,ketiye hukmê tesnîfat û kitêbên muracaetê.Di îhtiyaca dînî de, bes bi sê rêyan, nêrîn û nezera xelkê, raste rast bibal Qur’anê ve -ku tîmsala xîtaba ezelî ye û bi cazîbeya mucîzeka-riyêrewneqdar e û bi qudsiyetê haledar e û her dem bi wasita îmanê, wijdanêtîne coşê- tê zivirîn.   1- Yan gere meriv wê hurmet û qîmeta mezin a wan nivîskar ûmuellîfan -ku bi heqî gelek layîq in ji wan re- bi tenqîd û rexnan ve,bişkîne û wê perdeyê ji holê rake. Ev yeka jî, xeternak e, bêwijdanî ye,zulmkarî ye.   2- Yan jî, meriv bi terbiyekî taybetî yê tedrîcî, wan kitêbên şerîetêbike wek hin tefsîrên şeffaf û di nav wan de, Qur’anê nîşan bide. Wekkitêbên wan muçtehîdên selef; Muwatta, Fiqhul Ekber. Mesela: Merivekgava li Îbnî Hacerê binêre, divê bi qesta wê hînbûnê binêre ku kaQur’an çi dibêje. Na, ne ku bi wê qesta ku ka Îbnî Hacer çi dibêje. Evrêya duduyan jî, muhtacê zeman e.   3- Yan jî, meriv gere nezera cumhur, mîna ku ehlê terîq dike, derxeser wê perdeyê û li ser wê, Qur’anê nîşan bide û malê Qur’anê yê xalis,bes ji Qur’anê bixwaze û li wan hukmên bi wesîle, bêwesîle bigere. Ewxweşî û helawet û cazîba ku di wezê şêxekî terîqetê de ya li gor a wezêalimekî şerîetê, ji ber vê sirrê ye.   Ji kar û barên muqerrer e û hatiye ceribîn ku: Ew mukafat û raxbetû eleqedariya ku raya giştî dide tiştan, bi piranî, ne li gora kemal ûqîmeta wan tiştan e. Bilakîs li gora dereceya îhtiyaca umûmî ye. Delîlû îspata vê qaîdeyê ev e ku saetçiyek ji alimekî zêdetir ucret digre.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat